Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê 36 salî ye

Bi beşdariya çalakvan û nûnerên Tûnisî ji çend welatên Ereb û Ewropî, Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisî ji bo pîrozkirina 36'emîn salvegera damezrandina xwe panêlek rewşenbîrî li dar xist.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê (ATFD) duh bi munesebeta salvegera 36'emîn a damezrandina xwe panêlek rewşenbîrî bi diruşmeya "Pratîkên Baş di Parastina Bîr û Arşîvên Femînîst de" bi beşdariya bi dehan çalakvanên ji Tunis û welatên din ên Ereb û Ewropî, li darxist.

Panêlê girîngiya belgekirin û parastina têkoşînên tevgera jinan ji bo nivîsandina dîrokek ji perspektîfek jinan li derveyî çarçoveya vegotina fermî ya serdest tekez kir. Her wiha di panêlê de girîngiya tomarkirin û arşîvkirina tevgerên jinan û pêwîstiya ku jin beşdarî rizgarkirina wan ji zihniyeta mêrê otorîter bibin hate tekez kirin.

Aktîvîstan li hev kirin ku dîrokê gelek caran hebûn û vegotinên jinan bêbandor kiriye û rola tevgerên jinan di azadkirina neteweyê û avakirina projeyek civakî ya demokratîk de di demên berê de hatiye paşguh kirin. Her wiha bandorên siyasî, dîrokî û sembolîk ên bîranîna têkoşîna jinan û belgekirina tevgerên jinan ên serbixwe, digel girîngiya lêkolîna dijwariyên parastina bîra jinan di nav sazî û înîsiyatîfên nefermî de, hatin bilindkirin.

'Paşguhkirina mîrata jinan gefê li dîroka demokrasiya jinan dixwe'

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî, Recaa El-Dehmanî armanca panêlê anî ziman û got: "Armanc ne tenê belgekirina dîrok û têkoşînên tevgera jinan a serbixwe ye, lê ji bo nirxandina vê mîrateya nivîskî û tomarkirî û xebata ji bo parastina wê ye. Paşguhkirina vê xezîneya jinan dikare bibe sedema windakirina wê. Rastî ew e ku aktîvîzma jinan û civaka sivîl di astên cûrbecûr de kêm dibe, bi sînordarkirin û girtina çalakvanan û derxistina fermanên tepeserkirinê yên ku azadiya raman û derbirînê hedef digirin. Ev rewş fikaran li ser şiyana komeleyê û rêxistinên din ji bo berdewamiya çalakiyên xwe derdixe holê. Her wiha mîrata nivîskî ya jinên demokratîk, dengek û dîrokek ku divê were parastin û ji bo sûdwergirtina wan û pêşveçûna wan ji nifşên pêşerojê re were veguheztin, tehdît dike."

'Safia Farhat ji bo belgekirin û lêkolînê ye'

Recaa El-Dehmanî behsa damezrandina navenda Belgekirin û Lêkolînê ya Safia Farhat ku girêdayî komeleyê kir û wiha pê da çû: "Ew ji bo akademîsyenên jin û mêr û xwendekaran bi armanca kûrkirina lêkolînên femînîst hatiye vekirin. Têkoşîna jinan beşek ji projeyek civakî ye ku prensîb û sabîtan hildigire û pêdivî heye ku ev ezmûn ji nifşên pêşerojê re were veguheztin da ku berdewamiya wê were misoger kirin û bibe mijara lêkolînên kûr. Vê rêyê bandorek eşkare li ser civaka Tûnisê hiştiye û beşdarî pêşengiya jinên Tûnisê li parzemîna Afrîkayê û herêmê bûye. Lê mixabin krîz pir caran li ser hesabê laşê jinan têne birêvebirin."

'Divê têkoşîn were belgekirin û bandora li ser civakê were destnîşankirin'

Recaa El-Dehmanî derbarê banga avakirina toreke herêmî ji bo bîranîna jinan de tekez kir ku panêl jinên ji Cezayîr, Misir, Filistîn û Swîsreyê, dihewîne û armanc ew bû ku ezmûnan parve bikin û şahidiyên xwe li ser têkoşîna jinan û çawaniya belgekirin û arşîvkirinê bidin. Di navbera çandên jinan de li ser astên herêmî, Bakurê Afrîkayê û Erebî hevgirtinek heye, ku tê de ezmûnek heye ku pêdivî bi belgekirinê heye. Eger em bîra jinan neparêzin, ew ê were jibîrkirin. Ji ber ku têkoşîna jinan di civakek ku mêr serdest e de paşguhkirî dimîne û ne ji hêla siyasî ve û ne jî ji hêla akademîk ve, bi rêjeyek hindik jî, girîngî lê nayê dayîn. Ji ber vê erkê me ye ku em bîra xwe binivîsin, belge bikin û biparêzin."

'Dîroka me devkî ye û divê bi nivîskî were belgekirin'

Endama Desteya Rêveber a komeleyê Ehlam Bousroual, dest nîşan kir ku komele 36 sal têkoşîn û berxwedana ji bo parastina mafên jinan pîroz dike û wiha vegot: "Jinên demokratîk ên ku mûma xwe ya 36'emîn vemirandin, bûne jinên gihîştî ku gelek maf û azadiyan bi dest xistine û beşdarî derxistina wan bûne, wek Qanûna 58 ji bo rûbirûbûna her cûre şîdeta li dijî jinan û rakirina rezervasyonên li ser peymana CEDAW. Girîng e ku em li ser bîra xwe, biaxivin. Bashira Ben Mrad, Marikli, Arwa Al-Qayrawan û gelek çalakvanên jin ên ku beşdarî dîroka mirovahiyê û guhertina wê bûne, hatin jibîrkirin. Dîroka me devkî ye û divê bi nivîskî were belgekirin. Girîng e ku em bizanin ka her tevgerek li welatên cuda çawa bîra xwe parastiye, çi bi riya mekanîzmayên dîjîtal be, çi jî bi riya parastina bîra jinan a ku têkoşîn û berxwedana jinan belge dike.

'Tevgera jinan xwedî mîratek dewlemend e'

Ehlam Bousroul da zanîn ku tevgera jinan xwedî mîratek girîng e û wiah dawî li gotinên xwe nî: "Tevgera jinan a berê mîrateyek dewlemend hişt ku tevgerên din li ser wê ava kir. Erka jinan ew e ku vê dîrokê belge bikin û derfetê bidin nifşê pêşerojê da ku wê ji bîr nekin û li ser têkoşînên ku maf û destkeftiyên cûrbecûr ên ku encama berxwedan, fedakarî û têkoşînê hatine bi dest xistin, hîn bibin."