Dayikên Şemiyê: Divê komîsyon me guhdar bike
Dayîkên Şemiyê yê ku ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgür Gundemê Ferhat Tepe vê hefteyê li hev civiyan dan diyar kirin ku divê komîsyona li parlamentoyê hatiye damezrandin dengê wan bibihîze.

Stenbol – Dayikên Şemiyê 1063'yemîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê ya li Beyoğluya Stenbolê li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî pirsîn û daxwaza darizandina sûcdaran kirin. Di çalakiya ku gelek parêzvanên mafên mirovan û welatî beşdar bûn de wêneyên kesên di binçavan de windabûyî hebûn hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku ku 32 sal berê piştî binçavkirinê hate kuştin li hev civiyan û daxwaza edaletê hate kirin. Her wiha daxwaz ji komîsyona ku li parlamentoyê hatiye damezrandin kirin ku dengê wan bibihîze.
‘Divê dengê me bê guhdarkirin’
Endama Komîsyona Windabûnên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zeynep Yildiz, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Zeynep Yildiz bi bîrxistina komîsyona ku di 5'ê Tebaxê de li Parlamentoyê hatiye damezrandin, dest bi axaftina xwe kir û got: "Ger ev komîsyon, wekî ku Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir, têgihîştinek temsîl dike ku tê de rastî nayê înkarkirin, hest nayên paşguhkirin û siyaset wêrekiya hilberandina çareseriyan nîşan dide, em, Dayikên/Gelên Şemiyê, daxwaz dikin ku em werin guhdarîkirin. Ji ber ku hebûna Dayikên Şemiyê şahidiya xwînrijandina berdewam a bûyerên berê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi qebûlkirina vê rastiyê û naskirina êşa ku bûye sedema xwînrijandinê ne mimkun e. Ji bo vê yekê, divê pêşî deng û daxwazên kesên ku têne bêdengkirin werin bihîstin."
'Dengê kesên ku binpêkirinên mafan re rûbirû diman bû"
Zeynep Yildiz ku diyar kir rojnamegerê 19 salî Ferhat Tepe ku ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî, 32 sal berê rastî îşkenceyê hatiye û hatiye kuştin, diyar kir ku Ferhat Tepe hewl dida ku dengê kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin bû. Zeynep Yildiz got, "Di 28'ê Tîrmeha 1993'an de, Ferhat li navenda bajarê Bedlîsê ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin. Lê tevî daxwazên berdewam ên malbat û rojnameya ku ew lê dixebitî, hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar girtina wî red kirin.
Piştî revandinê, kesekî telefonî malbata Ferhat Tepe kir û îdia kir ku Ferhat Tepe ji aliyê endamên Tugaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin û divê bavê wî, Îshak Tepe, serokatiya xwe ya bajarê Bedlîsyê ya DEP îstifa bike û ji bo serbestberdana lawê xwe 1 milyar TLtazmînat bide. Îshak Tepe bi raya giştî re parve kir ku wî dengê kesê di telefonê de bi dengê Fermandarê Tugaya Tetwanê Korkmaz Tağma, ku vê dawiyê di civînekê de gef li wî xwaribû nas kiriye."
Rojnameger Ferhat Tepe bi îşkenceyê mirî hat dîtin
Zeynep Yildiz tekez kir ku Ferhat Tepe 13 roj piştî windabûna wî bi hovane hat îşkencekirin û mirî hat dîtin û diyar kir ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Xerpêtê hatiye dîtin. Zeynep Yildiz got, "Li gorî qeydên fermî, Ferhat li Gola Hezarê ku bi qasî 400 kîlometreyan dûrî cihê ku lê hatibû revandin, çûye avjeniyê. Lê ji ber ku nikarîbû avjeniyê bike, xeniqiye û ji hêla masîgiran ve hatiye dîtin. Lê belê, li ser cenazeyê Ferhat Tepe nîşanên îşkenceya giran hebûn. Wekî din, 14 şahid hebûn ku şahidiya revandina wî kirin û îfade dan ku wan şahidiya lêpirsîna wî ya di bin îşkenceyê de li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Dîyarbekirê kirine. Tevî vê yekê, rêyên hiqûqî yên navxweyî bêencam man. Ji ber vê yekê, malbatê serî li DMMEyê da. DMMEyê di lêpirsîna Ferhat Tepe de "kêmasiyên ecêb" dît. Wê Türkiye mehkûm kir û dît ku hikûmetê, belge û şahidên pêwîst ji bo ronîkirina dozê asteng kiriye. Di serlêdana dawî ya malbatê de, Dadgeha Destûrî di 16'ê Hezîrana 2016'an de biryar da ku dozgeriya doza Ferhat Tepe talîmatên berbiçav ji bo berfirehkirina lêpirsînê nedaye, gavên ji bo zelalkirina dozê neavêtine avêtin û birara bipêkrina maf heye da. Lêbelê, ji ber ku dem zêde di ser dozê re derbasbibû dadgehê vekirina dozê ji nû ve asteng kir."
'Em ji bo hemû kesên ku winda bûne edaletê dixwazin'
Zeynep Yıldız got, "Di encamê de, wekî ku DMMEyê diyar kiriye, 'berxwedana dadwerî ya bi zanebûn a li hember lêpirsînek bi bandor' di qanûna navxweyî de heta roja îro berdewam kiriye. Pêvajoya dadwerî bûye sedema bêcezatiyê ji bo kesên ku Ferhat Tepe bi îşkenceyê kuştin û cenazeyê wî winda kirin. Di salvegera 32-an a windabûna Ferhat de, em careke din tekez dikin: Sîstemeke dadweriyê ya rastîn ne tenê sûcdaran ceza dike, lê di heman demê de pêşî li sûcên pêşerojê jî digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê yek ji gavên herî girîng e ji bo bicihanîna edaletê. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Ferhat Tepe û ji bo hemû kesên ku hatine windakirin bernedin."
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.