100 kesayetên Ereb daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin

Zêdetirê 100 kesayetên nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb, bi daxwaza hevdîtîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beşdarî kampanyaya ‘Dixwazim li gel Abdullah Ocalan hevdîtin bikim’ bûn.

Navenda Nûçeyan – Zêdetirê 100 kesayetên nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb, bi daxwaza hevdîtîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beşdarî kampanyaya ‘Dixwazim li gel Abdullah Ocalan hevdîtin bikim’ bûn. Nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb ku desteyek ji bo piştgiriya pêngav û kampanyaya ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin avakirine, daxuyaniyek belav kirin û daxwaz ji dewleta Tirk kirin ku rêgirî li hevdîtina li gel Abdullah Ocalan neke.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îradeya rastîn a Birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibata 2025’an de di bangewaziyek bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de belavkiriye, wekî mantiqek rewşenbîrî û prensîba avakirina bingehek aştiyane ya cîhanî dibînin. Ew dikare Rojhilata Navîn ji şer, wêranî û ramanên tundrew biparêze.

Di heman demê de, peyam bêyî ku derfetekê bide partî an îdeolojiyek taybet ku serdest bibe, rêbazek danûstandin û ramana kolektîf pêş dixe. Ramanên Birêz Ocalan pabendbûna wî ya bi mirovatiyek binirx û hêja re dixe li pêş girêdanbûna xwe ya siyasî û neteweyî. Her wiha çareseriyek demokratîk û avakirina civatek demokratîk dike bingeha çareseriya siyasî.

Pêngava Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriyek demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên din ên li herêm û cîhanê.

Me xwesteka xwe ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re anî ziman. Em bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku rê bidin hevdîtinek dîrokî li gel bê kirin da ku gav ber bi çareseriyek aştiyane ya bingehîn ve werin avêtin.”