Koçberên Serêkaniyê: Em ê rojek bi rûmet vegerin bajarê xwe

Jinên koçber ên li kampa Newroz ku li bajarê Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriye dijîn, bi hêviya ku wê rojekê vegerin bajarê xwe Serêkaniyê yê dibin dagirkeriyê de jiyana xwe didomînin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Di her konekê de serpêhatiyek ya koçberiyê heye û ev serpêhatî ji aliyê jinan ve ji zarokan re tê vegotin û hewl didin bajarên wan ê dibin dagirkeriyê de neyê jibîrkirin. Jin li bendê ne di demek kurt de vegerin malên xwe û guherînên siyasî yên ku li Sûriye rûdayî hêviyên wan zêdetir dike.

Jinên ji bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatî dagirkirin koç kirin, diyarkirin ku tu caran dest ji xaka xwe bernadin û wê li dijî hemû zehmetiyan têbikoşin.

‘Em bi hêviya carek vegerin xaka xwe dijîn’

Recê Abdu ya ku di sala 2019’an de ji Serêkaniyê koç kir û li kampa Newrozê dijî pirsgirêkên ji ber koçberiyê jiyan kiriye wiha anî ziman:

“Em ji xaka xwe koçber bûn û ew ji bo me gelek zor bû. Jiyankirina di van kampan de, gelek bi êş e û ev êş êşek wisane ku kesên di malên xwe bi aram dijîn jî texmîn nakin. Ev konên ku em neçarin ji heqê germahiya havîn û sermaya zivîstanê derkevin, hem wek xwarinpêj, hem odeya rûniştinê û hem jî weke hemam tê bikaranîn. Em neçarin xwe li ber bigrin û em hemû bi hêviya ku em ê carek vegerin xaka xwe û malên xwe bijîn. Zarok ji mafê jiyana bi ewle bê par in. Bi zarokên xwe re li mala xwe jiyankirin xeyalê min û hemû dayîkên koçber e. Riya derketina ji zehmetiyên koçberiyê vegera me ya li ser xaka me ye. Em daxwaz ji hemû kesê ku dengê me dibîhise û xwedî wijdan dikin, ji bo em bi awayek bi ewle vegerin divê alîkariya me bikin. Bila serpêhatiya me ya koçberiyê li vêderê bi dawî bibe.”

‘Em dixwazin vegerin malên xwe’  

Evîn Mustafa li ber kona xwe zehmetiyên ku dijî bivan gotinan anî ziman: “Li van kampan me pênc salên xwe temam kir. Em di van konên ku me ji germahiya havînê û sermaya zivîstanê na parêzin de dijîn. Jiyana kampan gelek zehmeyt e, em gelek zehmetiyan dijîn. Em dixwazin vegerin malên xwe, daxwazên hemû koçberan hemane, dixwazin ji konan rizgar bibin vegerin malên xwe.”

‘Civaka navnetewî erkê xwe bicih nayne’

Evîn Mustafa, hêrsa xwe ya li beramberî bêdengiya civaka navnetewî wiha anî ziman: “Cîhan êşên koçberan ji nedîtî ve tên, giringî nadin hêviyên me yên jiyanek normal û pirsgirêkên me yên rojane. Em weke mirov ji mafê xwe yê herî bingehîn bê par mane. Tên ji me dipirsin dibêjin hûn dixwazin vegerin malên xwe? Lê belê kes ji bo em bi awayek ewle vegerin xaka xwe, erkên xwe bi cih naynin.”

‘Em li benda vegera xaka xwene’

Evîn Mustafa, balkişand li ser zehmetiyên ku jin dijîn û wiha got: “Di konan de jiyana taybet nîne. Dema perdeya kon tê vekirin mirov xwe li ser cadê dibîne û rastî her tiştê tên. Lê em neçarin. Em neçarin di konan de bijîn û li benda vegera xaka xwe bin. Jin di konan de bi taybet jinên dûcanî, dû qat zêdetir zehmetiyan dijîn. Neçar dimînin zarokên xwe di van qadan de mezin bikin. Cihên cil şûştinê ji konan dûre, xwarinpêj jî wisan. Her tişt têkoşîneke. Kes tiştên ku em hîs dikin, hîs nakin. Di konan de jiyankirin gelek cûdaye. Dengê bahozê zarokên me ditirsîne. Tîrêjên rojê destên me dişewîtîn e. Em bi hêviya vegerin malên xwe dijîn. Tevî hemû zoriyan me têkoşîn kir û em hêj têdikoşîn. Em û zarokên xwe em ê rojekê bi awayek rûmet vegerin xaka xwe.”