Aktivîsta Efganî: Ez hêzê ji berxwedana şervanên jin digrim
Aktivîsta mafên jinan Seher Resûlî ya li bajarê Celalabad ê Efganistanê dijî bi gotinên; “Êşa me û gelê Sûriyeyê yek e” diyar kir ku dê gelên di bin mêtinkariya dewletên emperyalîst de bibin yek û dawî li desthilatdariyên zalim bînin.
BAHARÎN LEHÎB
Celalabad – Li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Beasê û rêveberiyê girtina HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst dewletên emperyalîst hewl didin vê rewşê derfet bibînin û Sûriyeyê ber bi bêîstîqrariyê ve bibin. Dewletên emperyalîst Colanî yê ku serê HTŞ’ê ye, ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk, weke cîhadîstên li Efganistanê hewl didin weke fîgureke demokratîk nîşan bidin.
Dewleta Tirk jî ji vê derfetê sûdê digre û bi êrîşan hewl dide Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.
‘Êşa me û gelê Sûriyeyê yek e’
Aktivîsta Efgan Seher Resûlî diyar kir ku krîza niha li Sûriyeyê heye, li Efganistanê jî hatiye jiyîn û got: “Êşa me û gelê Sûriyeyê yek e.”
Seher Resûlê bal kişand ser polîtîkayên îslama radîkal ên dewletên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn xwe pê xwedî dikin û wiha domand: “Ji bîr nekin ger desthilatdariyên li Sûriye û Efganistanê ji desteka madî mehrûm bimînin dê di şevek de dawî li wan were.”
‘Dema şervanan dibînim hêzê digirim’
Seher Resûlî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Ez kengê li nûçeyên li ser Rojava temaşe dikim, dibînim ku bi dehan mirov bi êrîşên hovane yên Erdogan mirine, agir bi dilê min dikeve. Di heman demê de dema ku li wan şervanên jin û mêr ên li dijî wan êrîşan bêrawestan şer dikin dibînim jî; hêzeke mezin digrim. Ez wê demê ji xwe re dibêjim; dê rojek were hemû gelên ji aliyê dewletên faşîst û emperyalîst ve di bin mêtinkariyê de ne, bibin yek, xwe biparêzin, dawî li van desthilatdariyên zulmê bînin û dê serkeftin para wan be.”