Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Prensîba me ya hevserokatiyê hate hedefgirtin

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Sêrtê da û got, “Bi vê biryarê re prensîba me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev careke din hate hedefgirtin. Hûn ê li hemberî vîna jinan têk biçin."

Navenda Nûçeyan – Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a ku dema rojnameger bû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, di enca vê dozê de ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. 

Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Rejîma desteserkirin û talanê li Sêrtê careke din xwe nîşan da. Tayînkirina qeyûm tayînî şaredariya me ya bi lez û bez piştî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredara me Sofîa Alagaş hat birîn, berdewamiya êrîşên li dijî vîna gel û îradeya jinê ye. Bi vê biryarê re prensîba me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev careke din hate hedefgirtin. Ne qeyûmên we û ne jî rejîma we ya mêtinkar û talanê dê nikaribin li van axan bijîn. Jin wê dev ji parastina vîna xwe bernedin. Sofia Alagaş vîna gelê Sêrtî û jinên Sêrtî ye. Hûn ê li hemberî vê vînê îradeyê têk biçin."