Jinên Tûnisî ji bo rojnamevana girtî Sîham Bin Sidrîn bang kirin
Çalakvanên jin ên Tûnisê ji bo rojnamevan Sîham Bin Sidrîn a ji 4’ê Çileyê ve li girtîgehê greva birçîbûnê didomîne bang kirin. Çalakvanan gotin: "Divê piştevaniya çalakiya Sîham bê xurtkirin û biryarên dadgehê bên protestokirin."
ZIHÛR MEŞREQÎ
Tûnis – Sîham bin Sidrîn di gulana 2024'an de ji aliyê hêzên desthiladar ên Tûnisê ve hate dîlgirtin. Rojnemevan û çalakvana hiqûqî û siyasî û Seroka Desteya Rastî û Rûmetê ya Tûnisê Sîham Bin Sidrîn di zîndanê de çalakiya greva birçibûnê ya di 4'ê Çile de destpêkiriye, berdewam dike. Tevî ku rewşa wê tendrustiyê ne baş e piştî du hefteyan ji grevê û rakirina wê ji nexweşxaneyê re, li dijî girtina wê ya neheq bi îsrar çalakiya xwe didomîne.
Çalakiya greva birçibûnê piştî biryara dadmendê lêkolînê ku cezaya dîlgirtina wê dirêj bûye, hate destpêkirin. Ev biryara berdewamkirin dîlgirtina wê jî di nava çalakvan û rojnemevanên jinên Tûnisê de bû sedema bertekan. Di vê çarçoveyê de Komeleya Jinên Tûnisê yên Demokratîk bi hevkariya Komleya Hiqûqî re ji bo piştgiriya Sîham Bin Sidrîn roja hevgirtinê li dar xistin.
Çalakvanan duh di 28'ê Çileyê de li ber girtîgeha Jinan a Manoba çalakiya protestoyî organîzekirin. Lê hêzên desthialdsar nehêştin ew derbasî zîndanê bibin. Çalakvanan jî ev qedexekirin weke qirkirina dengê azadî û mafê mirovan, pênasekirin.
'Doza Sîham doza girtiyên jinên Tûnisê temsîl dike'
Seroka Komeleya Bêtî, Sena Bin Aşûr diyar kir ku Sîhan Bin Sidrîn ne dîlgirtiyek normal e, ew sembola tekoşîna hiqûqî ya Tûnisê ye. Sena Bin Aşûr wiha got: “Jiyana xwe di parastina mafê mirovan û pêkanîna edaletê de terxan kir. Berî serhildanê ew rastî gelek qirkirin û binpêkirina hatiye. Tevî ku rewşa wê tendrustiyê ne baş e lê ew bi cesaretek xort têkoşîna xwe didomîne. Tiştê ku ji destê me derdikeve em piştgiriya çalakiya wê bikin. Doza Sîham doza hemû girtiyên jinên Tunisê temsîl dike. Gelek jinên bi navê Seniyê El Dehmanî, Şerîfa El Rêyahî, Selwa Xrîsa û rojnemevan Şeza û Seadiyê Bin Misbah weke Sîham hene. Em piştevaniya hemû girtiyên jin dikin. heya ku biryara serbestkirina wan neya bi destxistin em tu car teslîm nabin. Sîham ji ber koletî redkir hate dîl girtin."
'Çalakiya piştevaniyê divê bê xurtkirin'
Nivîskara Giştî ya Komeleya Jinên Tunisê ya Demokratîk Hela Bin Selêm tekezkir ku biryarên hiqûqî ya ku Sîham Bin Sidrîn rûbirûyî pê re dimîne binpêkirina eşkere ya hiqûqî ye. tewanên li dijî wê li ser xebatên wê di nava Desteya Rastî û Rûmetê ne. Ev tewan tenê ji bo hedefgirtina wê ya siyasî bikin ji ber ku li dijî zilim û bindestiyê têdikoşiya. Ji ber çalakiya wê ya greva birçibûnê rewşa wê ya tendrustî niha xirabtir bûye. Divê ev girtinên dij mirovî bi dawî bibe û banga min ji hemû komeleyên jinan û hiqûqî re heye ku hemleyên hefteyeyî ya piştevaniya Sîham xortir bikin. Doza Sîham Bin Sidrîn tekoşîna me li dijî qirkirinê temsîl dike."
Li hember vê rewşa krîtîk a mirovî û siyasî, pirs dimîne; Gelo dê desthilatdarî bersivê bidin bangên mafên mirovan ji bo bidawîkirina girtina Sîham Bin Sidrîn û garantîkirina mafê wê ji bo dadgehkirineke adil? An jî dê şerê zikê vala ji senaryoyên xeternak re vekirî bimîne?