Kesên li Şex Meqsûd jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiya 5 qatî ya li Şêx Meqsûd a Helebê hilweşiya, bi derxistina hemû kesên di bin xirbeyan de bi dawî bû. 16 kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin.

Heleb – Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya 30 seatan yên li avahiya 5 qatî ya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşya bi dawî bû. Piştî hevdîtina bi malbatên kesên ku ji enqazê rizgar bûne û kesên ku di helweşînê de jiyana xwe ji dest dane hat zanîn ku her kesê di bin enqazê de hatine rizgarkirin. Bi vê awayê xebatên lêgerînê bi dawî bû.

Ji 18 kesên ku ji bin enqazê hatine derxistin 16 jê jiyana xwe ji dest dan 2 jê jî bi birîndarî hatin rizgarkirin. Bi hez hezaran kes ji bo oxirkirina kesên jiyana xwe ji dest dane li hev kom bûn. Gelê ku li ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn, ber bi goristana Gundê Pîno ve meşiyan. Li ser darbestê Efriniyên ku jiyana xwe ji dest dane şaxên darê zeytûnê hat danîn.

Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:  “Waêl Ehmed Rîhanî (37), Îvana Waêl Rîhanî (20 rojî), Dûaa Hesen Silêman (29), Zarîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (2 buçuk yaşında), Meysa Carûr (20), Gulnaz Kado (33), Resûl Îbo (46), Zeyneb Receb Ehmed Osman (42), Wîsal Seîd Carûr (70), Ridwan Sebrî Mihemed (57), Êvliyan Îbo (10) û Subhî Carûr.”