Jinên Şengalê: Em ê tecrîdê bişkînin
Jinên Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo dawî anîna tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin. Jinan di meşê de gotin ku ew ê tecrîdê bişkînin.

HÊVÎ EZDA
Şengal- Jinên Şengalê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxistin. Di meşa ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat lidarxistin de jinên Ereb jî cihê xwe girtin. Meşa gel ji Seytereya Sînunê ya ku ber bi Geliyê Kersê ve diçe destpêkir û heta çerxerêya Mam Zekî berdewam kir. Di meşê de daxuyanî hate dayîn û hate diyar kirin ku divê bi lezgîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin çêbike.
‘Fikrê Rêber Apo li seranserê cîhanê belav bû’
Daxuyanî li ser navê Jinên Şengalê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edul Şemo ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de li ser navê Jinên Êzidî û Ciwanên Êzidî tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li dijî Komploya Navdewletî hate silav kirin û wiha hat gotin: “Bi felsefeya Rêber Apo jiyana gelan mohra xwe li dîroka mirovahiyê da, ji bo vê Rêber Apo ji aliyê Komplogeran ve hate dilgirtin. Lê bila dijminên mirovahiyê bizanin ku fikrê Rêber Apo yê ku jiyana azad, wekhevî û demokratik îfade dike weke tovekê li seranserê cîhanê belav bûye û îro ew tov li herdeverê cîhanê ji bo Azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşîn. Heta ku tekoşîna me negihîje armanca xwe em ê li ser lingan bin û em ê dibêjin 'Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’.”
Piştî daxuyaniyê meşek hate li darxistin jinên ku tevlî meşê bûn der barê tecrita girankirî yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî yê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan ew ê her tim li ser lingan bin.
Meşa gel bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.
‘Bi fikrê xwe tevahî cîhan ronî dike’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Nasir di despêka gotinên xwe de silavê xwe ji Şengalê heta Girava Îmraliyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û da diyar kirin ku meşa xwe ya îro li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li dardixin.
Dayika Şehît Şoreş Meyan Nasir da diyar kirin ku ew weke jinên Êzidî û civaka Êzidî tu caran tecrîdê napejirînin û da diyar kirin ku tu zagonên mirovahiyê de nayê pejirandin ku kesayetek weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî şêweyî tecrît li ser bê giran kirin û sedemên wê jî wiha bilêv kir: “ Rêber Apo çawa ku di fermanê de şervanên xwe bi hawara me ve şand îro jî bi fikrê xwe tevahî Cîhanê ronî dike. Rêber Apo xwedî fikreke azad û azadiya tevahî netew û baweriyan ji xwere esas digre. Ew xwedî fikreke dilsoze. Em jî ji bo azadiya wî ya fîzikî hertiştî bikin ji ber Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye.”
‘Em li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rêve dibin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feho Silêman jî bi van gotinan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah nirxand: “Rêber Apo ji bo me kedeke pir mezin da bi fikrê wî zarokên me û gelê me hatin perwerde kirin. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku; em Rêber Apo ji vê tecrîdê wek fizikî rizgar bikin. Ji ber ku di fermanê de hatin hewara me û heta niha em xwe li ser fikra Rêber Apo birêve dibin. Em ê hertim li ser fikra Rêber Apo tekoşîn bikin.”
‘Tu hêz nikare ramanên Rêber Apo asteng bike’
Feho Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev 24 sal e Rêber Apo di girtigehê de ye. Heta niha bi dehan caran dewleta Tirk û hevkarên wî li dijî Rêber Apo pêkanîn dijhiqûqî kirin, em vê yekê napejirînin. Divê bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibe, divê Rêber Apo bi awayeke azad nêrînên xwe ji cihanê re û ji gelê xwe re ragihîne. Tu hêz nikarin pêşiya ramanên Azad yê Rêber Apo bigire.”