Ji jinên ji Başûrê Kurdistanê banga têkoşîna li dijî tecrîdê
Her roja ku diçe tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijwartir dibe, li hemberî vê tecrîda girankirî jinan helwestên xwe diyar kirin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk ji ber şikestina xwe tecrîdê girantir dike.

Silêmanî- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ku ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran, bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Nivîskar û mamoste Mujde Elî û Çavdêra siyasî Hawjîn Fexredîn yên ji Başûrê Kurdistanê bal lê kişandin ku polîtîkayên tecrîdê li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin û bang li her kesê kirin ku li dijî tecrîdê têbikoşin.
‘Divê gelê Kurd li dijî tecrîdê li ser piya be’
Nivîskar û mamoste Mujde Elî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: “Di van deman de êrîşên ser herêmê û çiyayên Kurdistanê dijwartir bûne. Ev êrîş hemû bi tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ve girêdayî ne. Dewleta Tirk şikestina xwe qebûl nake, ji ber wê tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike. Bi dawîkirîna tecrîdê û bi awayek fizîkî azadkirina Rêber Apo çareseriya pirsgirêkan e, ji ber wê divê hemû Kurd bi hewldan û çalakiyên xwe dawî li tecrîda girankirî bînin.”
‘Tecrîda li Îmralî tecrîda li ser tevahî gelê Kurd e’
Çavdêra siyasî Hawjîn Fexredîn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze Kurdan dîl bigre da ku bigihîje armanca xwe û wiha got: “Tecrîda girankirî ya ku li Îmraliyê tê meşandn li ser netewa Kurd tê meşandin. Bi çekên qedexekirî kîmyabarana li ser çiyayên Kurdistanê û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan û herêmên wê, berdewam dikin. Sedemek van êrîşan jî ji ber aloziya siyasî û hilbijartinên li Tirkiyeyê ne. Siyaseta dewleta Tirk a tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşîne siyasetek xelet e. Hemû gelên cîhanê bi taybetî gelê Kurd divê ji bo şikandina tecrîdê bi erka xwe rabin.”