Kesê ku hewldana tecawizê kir giliyê rojnameger kir

Baran Kizil ê ku bi sûcê hewldana tecawizê hat girtin û dûre serbest hat berdan, giliya rojnamegere xwedî îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdirs Yayla yê nûçeya bi sernavê “hewldana tecawizê” çêkiribû, kir.

Navenda Nûçeyan -  Li Amedê Baran Kizil ê ku bi gotina "Dewlet li pişta min e" hewl da tecawizê Îpek Gulşen bike, wê derb kir û pere jê xwar hatibû girtin û û dûre hat berdan. Baran Kizil der barê rojnameger Îdrîs Yayya yê ku nûçeya bûyerê çêkir de bi sûcdariya “tehdît, îftira, heqaret û binpêkirina jiyana taybet” de gilî kir. Li ser giliya Îpek Gulşen a ku rastî hewldana tecawizê hat, Baran Kizil di 14’ê Tebaxê de hat girtin lê di danişîna yekemîn a di 17’ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin de serbest hat berdan. Baran kizil piştî ku hat berdan der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla de ji ber ku nûçeyê di sîteya xwe ya înternetê de weşandiye gilî kir.

Ji ber parvekirina nûçeyê der barê rojnameger de lêpirsîn hat destpêkirin

Li ser giliyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve lêpirsîn hat destpêkirin û îfadeyê Îdrîs Yayla hatin girtin. Li emniyetê pirsên “te heqaret kir?” “gotinên xirab got” jê hatin pirsîn û jê re hat gotin ku nûçeya hatiye çêkirin ‘îftira’ ye. Îdrîs Yayla ragihand ku pirsên; “Te çima di hesabên xwe yên medaya dîjîtal de parve kiriye?” jê hatine kirin û got: “Li ser gotinên Îpek Gulşen a ku gotiye rastî tecawizê hatiye û li ser biryara girtinê ya dadgehê nûçe hatiye çêkirin. Îsbata wê jî biryara dadgehê ye lê piştî serlêdana parêzerê Kizil lêpirsîn hat destpêkirin. Nûçe ne îftira ye ne jî çêr tê de hene.”

Ji bo lêpirsîna li Sêrtê hatibû vekirin biryara neşpopandinê hat dayîn

Îdrîs Yayla bi bîr xist ku ji ber nûçeya Îpek Er a ji aliyê şawişê pispor Musa Orhan ve rastî tecawizê hatibû, dûre întihar kiribû, çêkiribû jî bi sûcê; "Teşwîqkirina gel a kîn û dijminahiyê û piçîkxistin” der barê wî de lêpirsîn hatibû vekirin lê bi neşopandinê bi encam bûye. Îdrîs Yayla bal kişand ku nûçeyên têkildarî tecawizê dibin sedema lêpirsînan, ev yek jî nîşan dide ku li welat azadiya çapemeniyê di çi rewşê de ye.