Aktîvîstên jin ji bo Narges Sedat û profesorên zanîngehan li hev civiyan
Hin endamên Tevgera Jinên Afganî yên bihêz û “Tevgera Azdehgan a li Sirgûnê” ji bo şermezarkirina girtina Narges Sedat û du profesorên zanîngehê li hev civiyan.
Navenda Nûçeyan – Duh hejmarek ji endamên koma bi navê “Tevgera Jinên Afganî yên bihêz” û “Tevgera Azadîxwazan li Sirgûnê” girtina çalakvana mafên jinan Narges Sedat protesto kirin. Çalakvanan her wiha ji bo şermezarkirina girtina du profesorên zanîngehê yên bi navên Îsmaîl Masal û Zakaria Usolî di 22`ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin girtin, li bajarên Îslamabad û Kabîlê kom bûn û bi hilgirtina wêneyên Narges Sedat û du profesorên zanîngehê daxwaza berdana wan kirin.
Bi pankartan çalakî li dar xistin
Endamên Tevgera Azdegan a li Sirgunê ku li Îslamabada Pakistanê ye, pankartên bi nivîsa "Sazî û rêxistinên mafên mirovan mafên Narges Sedat diparêzin" û "Narges Sedat ne sûcdar e, wê berdin" hildan û ji saziyên navneteweyî û mafên mirovan daxwaza berdana çalakvan kirin.
Tevgera Jinên Afganî yên bihêz a ji bajarê Kabûlê Afganistanê jî di qadeke girtî de kom bû û daxwaza berdana Narges Sedat ji girtîgeha Talîbanê kir. Bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriya kesên rastî tundiyê tên bikin û ji ber erkên xwe doz li dijî kesên tundiyê dikin vekin.
Ji ber ku Talîbanê rexne kirin hatin girtin û tu agahî der barê wan de tune ye
Profesorê zanîngehê Îsmaîl Meşal jî ji ber du hefte berê di bernameya zindî ya televîzyonê de qedexekirina perwerdeya keçan protesto kir, ji aliyê Talîbanê ve hat girtin. Her wiha nivîskar û profesorê zanîngehê Zakaria Usolî ku qedexeya perwerdeya keçan protesto kir jî di 11’ê Sibatê de ji aliyê Talîbanê ve hat girtin. Der barê çarenûsa van 3 kesan de tu agahî nayê girtin.