Ji bo avahiyên zirar dîtine tedbîr nayên girtin!
Li Semsûra ku di erdhejê de gelek avahî hilweşiyan, welatî bi hevgirtinê li ser piyan dimînin. Li bajarê ku xebatên rakirina xirbeyan berdewam dikin, ji bo avahiyên xwar bûne yan jî xetereya hilweşînê heye, tu tedbîr nayên girtin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Li Semsûrê ku piştî du erdhejên mezin zêdetirî bi sedan avahî hilweşiyan û 11 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest dan, xebatên rakirina xirbeyan didomin. Ji ber ku xebatan dereng dest pê kirin gelek kes di bin avahiyan de ji bexwedîtiyê mirin. Di rojên ewil ên erdhejê de ji binê xirbeyan her dem dengê mirovan dihat, ji ber ku xebatên lêgerîne di dema xwe de nehatin destpêkirin, niha ji binê wan xirbeyan cenaze derdikevin. Li bajêr gel nikare şînê jî bigre, ji bo avahiyên bi xisarên giran ên li navenda bajêr jî tedbîrek ewlehiyê nayê girtin.
Xirbeyên ku qet destên xwe nedane wan hene
Li bajarê ku li her taxa wê hilweşandinek mezin pêk hat, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja sêyemîn a erdhejê de dest pê kirin. Li bajarê ku di rojên ewil de cereyan tunebû, av tunebû, tenê di çend xirbeyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin. Tê hînbûn ku li hin taxan rayedaran dest nedane xirbeyan, li gelek taxan jî xebatên rakirina xirbeyan tên meşandin.
Welatî bi hevgirtinê li ser piyan dimînin
Welatiyên ku erdheja mezin weke 'tofan' pênase dikin, bi rojan e di konan de têkoşîna jiyanê didomînin. Li bajarê ku hejmarek zêde penaber dijîn jî qismek welatiyan di konên ku ji wan re hatine dayîn û qismek ji wan jî ji ber nedayîna konan li konên ku li ber malên xwe vedane dimînin. Li bajarê ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi alîkariya gel tên misogerkirin mînakeke mezin a hevgirtinê tê nîşandan, welatiyên ku nikarin di konan de bimînin jî neçar dimînin bajêr biterikînin.
Hejmara miriyan roj bi roj zêde dibe
Li bajar hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane roj bi roj zêde dibe. Di nava agahiyên hatine bidestxistin de cih digre ku nikarin xwe bigihîjînin cenazeyê hin welatiyan jî. Goristana ku kesên jiyana xwe ji dest dane bi awayekî komî tên definkirin çîroka bajêr di nava xwe de dihewîne, li ser textên ku li serê goran tên dayîn jî li şûna navan, hejmar tên nivîsandin.
Ji bo avahiyên xwarbûne tu tedbîr nehatin girtin
Li bajarê ku veguheriye xirabeyek malê xisar nedîtiye nemaye, avahiyên ku ne hilweşiyane xwarbûnê jî ji mirinê re dewetiyê derdixe. Avahiyên ku tevî 10 roj derbas bûne jî hêj pêşiya wan nehatine girtin û tedbîrên ewlehiyê nayên girtin, hem ji bo wesayîdan hem jî ji bo kesên li kolanan derbas dibin metirsiyek mezin hildigre. Tevî ku der barê avahiyên gef li ewlehiya mirovan dixwe biryara hilweşandinê heye jî tê dîtin ku tu xebat nayên kirin.