KCDP: Mêran di meha Tebaxê de 29 jin qetil kirin

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku mêran di meha Tebaxê de 29 jin qetil kirine û 21 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 59’ê jinan ji aliyê mêrên pê re zewicî ne hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora “Tebaxa 2023” eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin in li Tirkiyeyê têkoşîna wan ya rawestandina qetilkirina jinan 13 sal dewam dike û hat gotin, “Em wek platform ji sala 2010’an û vir ve daneyên qetilkirina jinan ji raya giştî re eşkere dikin. Wezaret jî li şûna ragihînin ku çend jin çima, çawa, ji aliyê kî ve hat qetilkirin, bi gotina daneyên qetilkirina jinan şaş tên amadekirin rastiyan berevajî dikin.”

Di raporê de hat gotin pêkanîna pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pêşî lê girtina cinayetên jinan jî erkê dewletê ye û wiha hate gotin: “Ji bo pêkanîna vê erkê ji bo ku hemu xebitîn û wezaret bikevin tevgerê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li gor raporê; Di meha Tebaxê de mêran 29 jin qetilkirin. 21 jin bi awayekî guman mirî hatin dîtin.8 jê jinan ji ber hevberdanê xwestin, lihevhatinê nepêjirandin, zewacê red kirin, têkiliyê redkirin xwestin biryara der barê jiyana xwe de bigrin, 1 ji ber lênêrîna zehmet, 1 ji ber şerê li ser “komandaye” û 1 jî bi hinceta nefretê hate qetilkirin. Nehatiye zanîn 18 jin bi kîjan hincetan hatine qetilkirin.

Ji sedî 59’ê jinan hatine qetilkirin

Ji 29 jinên di meha Tebaxê de hatin qetilkirin 17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî ne, 4 ji aliyê merê bihevra, 3 ji aliyê zilamekî berê yê zewicî, 3 ji aliyê kesekî naskirî û 1 jî ji aliyê merê berê pe ra bû ve hate qetilkirin. Kiryara qetilkirina jinek û nêzbûna wan nehat tespîtkirin. Ev meh ji sedî 59’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne hatin qetilkirin.

Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin

Ji van jinan 20 li mala xwe, 4 li kolanê, 2 li cihê kar, 1 li seyareyê, 1 li înşaetê, nehat tespîtkirin ku jinek li ku derê hatiye qetilkirin. Ji sedî 69 ji jinan li malên xwe hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 14 jin bi çekan, 10 bi amûrên birînê, 2 bi lêdanê, 2 jî bi dehfdana ji bilindahiyê, 1 bi fetisandinê hatin qetilkirin. Ji sedî 48’ê jinan bi çek hatin qetilkirin.

Guman nîne, delîl gelek in!

Di raporê de hate bal disandin, di tevahiya meha Tebaxê de rastî mirinên bi guman ên jinên ku wek întîxar hatine nîşandan hatine û wiha hate gotin: “Jinên ku wek mirinên bi awayekî guman hatine tomarkirin lê di rastiyê de encama cinayetên jinan de jiyana xwe ji dest dane her tim hebûn û her tim bû rojeva Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin. Em bi salan e ji bo ronîkirina gelek mirinên bi awayekî guman ên hewil tê dayîn bên veşartin û dîtina kiryaran têdikoşin.”

Di raporê de hat destnîşankirin, di 7 mehên ewil ên sala 2023'an de 146 mirinên bi awayekî guman pêk hatin, ji van mirinên 86 ji ber ketina ji bilindahiyê pêk hatine û wiha hat gotin, "Em ê dev ji van mirinan bernedin, dê tu cinayetên jinan bi guman nemîn e.”

Di raporê de, çîrokên têkoşîna jiyanê ya 29 jinên di meha Tebaxê de hatin qetilkirin jî cih girt.