Jinên Minbicê: Em naxwazin axa me were dagirkirin

Jinên Minbicê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bejahiya bakur û rojavayê bajarê Minbicê dan û gotin: “Yekane daxwaza me dinav aştiyê de jiyan kirine. Em naxwazin tu kes ji derve me bi rê ve bibe û axa me dagir bike.”

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 1’ê Îlonê û vir ve 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Di çarçoveya polîtîkayên şer de gel neçar ma koç bike, gelek kes ji ber ewlehiyê neçar man xwe li zeviyên li derdora gundan bi cih bikin.

‘Armanc derxistina sivîlan ji axa wan e’

Xetîce El-Karaca ya ji gundê El-Seyada yê li bakurê rojavayê Minbicê ye, diyar kir ku êrîş bi şev ranewestin. Hatîce El-Karaca got: “Li gundê El-Seyada gel di bin şert û mercên trajîk de dijîn. Armanca êrîşan ew e ku sivîlan ji warên wan derbixin û malên wan talan bikin. Ji ber ku piştî êrîşan ketine nava liv û tevgerê û mal û milkên gel tên dizîn.”

‘Em naxwazin tu kes axa me dagir bike’

Ji aliyê din ve Madîha Al-Hisên a ji gundê Biwêr ê Bakurê bajarê Minbicê ku 4 km. ji çeperên şer dûr e got: “Bi zêdebûna bombebarana li ser gundên derdorê em ji malên xwe derketin ji ber tirsa mirinê. Ji ber ku hewl didin malên me bombebaran bikin. Di 27’ê Tîrmeha 2016’an de DAIŞ’ê komkujiyek li dijî gelê Biwêr û Muşrîfet Biwêr pêk anîbû, di encamê de 35 sivîlên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn qetil kiribûn.”

‘Hewl didin ewlekarî û aramiya herêmê têk bidin’      

Fatima El-Huseyîn a ji gundê Zengulê ku di encama bombebarana sivîlan de neçar ma mala xwe biterikîne jî diyar kir ku êrîşên li ser gundên derdora bajarê Minbicê zêde bûne û sivîl bûne hedef. Fatima El-Huseyîn, bal kişand ser sûcên çeteyan ên li gundê Arap Hesen û wiha got: “Êrîş di 2'ê Îlonê de pêk hat. Fatima El Hac Muhammed a 70 salî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk hewl dide ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe.”