Jinên Efgan yên di greva birçîbûnê de ne: Divê qêrîna edaletê bê bihîstin

Jinên Efgan yên ku li Elmanyayê çalakiya xwe ya birçîbûnê berdewam dikin û ji dewletên navneteweyî xwestin ku li dijî Talîbanê daneyan bisepînin û gotin: “Divê qêrîna edaletê ya gel bê bihîstin.”

Navenda Nûçeyan- Jinên Efganî yên li Elmanyayê dijîn, ji bo ku dewletên navneteweyî li dijî kiryarên Talîbanê yên li dijî mafên jinan daneyan bisepînin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin.

Di roja 4’emîn ya grevê de aktîvîsta mafên jinan Zarmîna Zarîab Parîanî axivî û diyar kir ku Talîban ne tenê ji bo jinan xeternake û got: “Jin ji bo mafên xwe çalakiyan li dar dixin. Di van çalakiyan de mêr jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qêrîna gelê Efganîstanê ya ji bo edaletê divê ji aliyê hemû cîhanê were bihîstin.”

Greva birçîbûnê ya dorveger tê payîn ku heta 12’ê Îlonê bidome.