Baxçeyê Firdevsê ji bo muzîkjen û firoşkarên seyar hat qedexekirin

Li Tehranê polîsan ji bo astengkirina hev kombûna mirovan, çûyina muzîkjenên kolanan û firoşkarên seyar a Baxçeyê Firdevsê qedexe kir.

ŞABNAM TAVAKOLİ

Tehran- Bi nêzbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya li bajara Tehrana Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve, rayedarên dewletê di bin navê 'ewlehiyê' de zextên xwe zêde kirin.

Hunermendên kolanan li Baxçeyê Firdevs a Tehranê muzîkan vedibêjin, jinên ku timî caran li baxçe kom dibin jî bertek nîşanî hicabê û zextan didin. Polîsên Tehranê Baxçeyê Firdevsê ku yek ji navendên gûzergaha gelan e, li hunermendên kolanan û firoşkarên seyar ên ku piraniya wan mezûnên zanîngehê ne qedexe kir. Di meha Hezîranê de li Baxçeyê Firdevsê gelek muzîkjenên ciwan hatin girtin.

Muzîkjenên kolanan ên ku kombûna xwe ya li baxçe didomînin, ji bo ku ji aliyê polîsan ve neyên girtin carna li noktayên ji ber çavan dûr, stranên xwe dibêjin.