Karkera demsalî ya Îranê: Meaşê min têra pêdiviyên me nake

Seher Qadrî ku ji bo debara jiyana xwe li Îranê bi keça xwe re di nava karên demsalî de bixebite got:“Em tevahiya rojê polik kom dikin. Meaşê ku ez distînim têra pêdiviyên malbata min nake. Heta firavîna me jî nadin me."

LARA JOHARI

Mehabad – Jinên ku li gelek deveran li Îranê rastî cudakariyê tên, ji ber di mehên havînê de ku geştyarî geş e. di sektorên xizmetguzariyê de wek otêl, xwaringeh û dikanan kar dikin da ku debara jiyana xwe bikin, Yek ji qadên ku jin lê dixebitin sektora çandiniyê ye.

Jinên ku di zeviyan de weke karkerên demsalî dixebitin, bi pirsgirêkên weke demdirêjiya kar, mûçeyên kêm, tacîz û cudakariya zayendî re rû bi rû dimînin. Jinên ku ji ber bê sîgorta kar dikin nikarin belaş bigihin xizmetên tenduristiyê, dema betlaneyê bikartînin ji mûçeyê wan tê birîn.

'Meaş pir hindik distînim, firavîna me jî nadin me'

Yek ji wan jinan Seher Qadrî jî diyar kir ku ji bo xwedîkirina 3 zarokên xwe û dayîna kirêya mala xwe dest bi karê zeviyan kiriye, piştî ku ji hevjînê xwe qut bûye. Seher Qadrî ku serê sibê bi keça xwe Sara Mihemedî ya 16 salî re ji Serdeştê ber bi Bokanê ve ji bo çinîna polik bi rê dikeve û êvarê dikare vegere mala xwe.

Seher Qedrî anî ziman ku divê ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe bixebite û pirsgirêkên ku weke karkera demsalî jiyaye wiha vegot.

"Niha ji bo mûçeya rojane ya 500 hezar tumen em hemû roj hewl didin ku polikê kom bikin. Ev mûçe têra malbata min nake û tenê pêdiviyên pêwîst dabîn dike. Ez 35 salî me û min dibistana seretayî heta pola 5'an xwend.. Ez hînî kurdî bûm û bi karê demsalî debara xwe dikim. Her çiqas westandin û zehmet be jî, ji betaliyê çêtir e. Meaşê me pir hindik e, firavînê jî nadin me, em ji berîka xwe heqê fîravîna xwe didin."