Jinên Tûnisî li dijî êrîşên Îsraîlê her roj çalakiyan li dar dixin

Jinên Tûnisî hema bibêje her roj ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê çalakiyan li dar dixin. Jinên Tûnisê bal dikşînin ku ji bo bidawîbûna êrîşan divê ji her derê cîhanê jin werin ba hev û di nava piştgiriyê de bin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jinên ku li Tûnisê her roj kom dibin, bang li Îsraîlê kirin ku dawî li êrîşên li ser Şerîda Xezayê bîne. Jinên Tûnisê  êrîşên Îsraîlê wekî “qirkirin” bi nav kirin û bal kişandin ku mafên jinên Filistînî tên binpêkirin.

‘Helwesta herêmî cihê şermê ye’

Sekretera Giştî ya Sendîkaya Karkerên Giştî ya Berpirsyara Jinan Îkram El-Tunisî ya ku tevli çalakiyê bû, diyar kir ku mirov ji bêhelwestiya herêmî ya li dijî êrîşên li ser Filistînê şerm dike û got ku ev bêhelwestî êşa gel du qat zêde dike. Îkram El-Tûmisî, bal kişand ku jinên Filistînî bi darê zorê ji cihê xwe tên derxistin, rastî bêedaletî û her cure şîdetê tên û wiha got: “Jin bêçare ne. Nikarin xwarinê ji bo zarokên xwe bibînin. Zarok ji birçîna dimrin. Dîmenên di medyaya dîjîtal de agir bi dilê mirov dixin. Tişta herî hêsan ku em bikaribin bikin li dijî hovîtiya Îsraîlê xwepêşandan û piştgiriya ji bo Filistîniyan e.”

‘Filistiniyan axa xwe neterikandin’

Lubna Al-Bajjawî ya ku tevli çalakiyê bû jî bal kişand ku jinên Filistînî bi dehan salan e di bin zulmê de ne, ji cih û warên xwe bûne, biçûk tên dîtin û got: “Lê tevî hemû zextan jî dîroka berxwedanê nivîsandin. Li dijî dagirkeriyê, biryardariya xwe nîşan dan û axa xwe neterikandin. Jinên Filistînî sembola aştiyê ne dê vê zulmê ji ser xwe rakin.”

Ji kesên çalakger Manal Ben Qadara jî got ku hema bibêje li Tûnisê hema bibêje her roj ji bo piştgiriya bi gelê Filistînê re meş tên lidarxistin û wiha axivî: "Mirov nikara êşa jinên Filistînî yên hevjîn, zarok, xwişk-birayên xwe winda kirine xeyal bike lê tevî van trajediyan jî jinên Filistînî ji bo nasname û axa xwe têdikoşin û girêdana xwe ya bi welatê xwe re nîşan didin. Jinên Filistînî 75 sal in têdikoşin.” Manal Ben Qadara bal kişand ku welatên Rojava jî bi riya ‘şerê medyayê’ destekê didin Îsraîlê û got: “Kesên ku înternetê bi kar tînin tên astengkirin. Kesên ku destekê didin doza Filistînê, binpêkirinên Îsraîlê derdixin holê hesabên wan tên rakirin.”

‘Divê ji her derê cîhanê jin piştgiriyê bidin’

Aisha Al-Caribî jî bal kişand ku ji bo zext li ser raya giştî çêbibe û riya çareseriyê vebe divê ji her derê cîhanê jin piştgiriyê bidin û wiha domand:

“Îsraîl li pêş çavên hemû cîhanê êrîşê Şerîşa Xezayê dike, jin, zarok û extiyaran dike hedef. Hedefgirtina malên mirovan, warên jiyanê, nexweşxaneyan, sûcê li dijî mirovahiyê ye.”