Jinên TJA’yê li Elih û Rihayê çalakî lidar xistin
Endamên TJA'yê yên li Riha û Êlihê dest bi xebatên xwe yê 25’ê Mijdarê kirin gotin, "Têkoşîna azadiyê ya jinan nayê rawestandin."

Naveda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 25’ê Mijdarê ya roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê li Êlihê starta çalakiyên xwe yên ku di 11’ê Mijdarê de ji Konya û 12’ê Mijdarê de ji navçeya Ozalp ya Wanê û ji herêmên Uludere ya Şirnexê de eşkera kir.
Jinên TJA yê li Elihê li ber deriyê DBP a Êlihê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a li şûna wê qeyûm hatibû avêtin, Hevşaredara Kaniya Hênê Gulistan Sonuk, Meclisa Dayikên Aştiyê, jinên HDP’î û DBP’î û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Di daxuyaniya pankarta “Jin, Jiyan, Azadî; li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e.” hat rakirin.
‘Em ê azadiya jinê bilind bikin’
Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî û got: “Bi aqlê ew kesên ku hewl didin me li malan zindanî bikin û bigirin û biavejin girtîgehê bila bizanibin ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinê mezin bikin. Em ê di girtîgehên dewleta serwer a mêr de lêgerîna tazî, heqaret, şewitandina înfazan, pêkanînên lijneyan, bê pirtûk û rojname hiştinê û pratîkên tundiyê qebûl nekin. Em bi vê wesîleyê banga xwedî derketina Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên ji bo zarokên xwe li ber xwe didin û berxwedana dayika Emîne Şenyaşar silav dikin. Dîsa bi têkoşîna gerdûnî ya hevkar a jinan di kesayeta Aysel Tûglûk a hate berdan de ji bo hemû girtiyên nexweş di heman ast û biryardariyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Muxatab Ocalan e’
Şukran Çelebî, bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dom kir: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê em careke din destnîşan dikin ku muxatabê esas yê pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê demildest bi wî re hevdîtin pêk were. Tecrîda Îmraliyê pirsgirêkan bêçare dihêle. Yekane rêya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”
Şukran Çelebî got: “Weke TJA di hefteya 25’ê Mijdarê de li navend, navçe û gundên Êlihê her roj û saetê li her qad û kolanan bin û dengê xwe bilind bikin û berxwedanê mezin bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana jinan’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.
Ruha: Bang li jinan hate kirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Kaplan a navçeya Eyyubiye ya Rihayê di nava çalakiyan de bû. Di çalakiyê de wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku li Silêmaniye ya Başurê Kurdistanê hatibû qetilkirin, hatin hildan. Daxuyanî, ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş ve hat xwendin û wiha hate gotin: “Em weke TJA’yê dibêjin ku têkoşîna jinan a enternasyonal, mezintirîn hêz e ku dê azadiya jinê û azadiya civakê pêk bîne. Bi esasgirtina jiyana azadîxwaziya jinê re civak dikare ji tundiyê bê dûrxistin û bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo hemû jinan ew e ku bi rihê 25’ê Mijdarê bexwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin. Soza me ew e ku kesek nikare pêşî li ber têkoşîna azadiya jinê bigire.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.