Dosyaya Şîrîn Ebû Akleh: DYA’yê lêpirsîn vekir, Îsraîl got 'destûr nîne'

DYA’yê der barê rojnamegera Fîlîstînî Şîrîn Ebû Akleh ku di meha Gulanê de ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat qetilkirin, lêpirsîn da destpêkirin. Îsraîl jî ragihand ku dê agahî neyên parvekirin.

Navenda Nûçeyan – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), der barê qetilkirina nûçegihana Al-Jazeera ya Filistînî Şirîn Ebû-Akleh ku di 11’ê Gulana 2022’an de li Cenînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû qetilkirin, lêpirsîn da destpêkirin.

Di dosyaya Şîrîn Ebu-Akleh ku di heman demê de hemwelatiya Amerîkayê ye, tê gotin ku FBI’yê der barê destpêkirina lêpirsînê de hikûmeta Îsraîlê agahdar kiriye. Lê piştî ragihandina biryara lêpirsînê krîzek nû derket holê. Wezareta Dadê ya Amerîka hûrgulî dayîna der barê lêpirsînê red kir, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku dê ew ê der barê lêpirsînê de bi DYA’yê re hevkariyê nekin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em destûrê nedin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz wiha got: "Biryara lêpirsîn derpêkirina Wezareta Dadê ya Amerîkayê ya der barê mirina Şîrîn Ebû Akleh de xelet e." Benny Gantz, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew wekî hikûmeta Îsraîlê li pişt artêşa xwe diseknîn û destnîşan kir ku ew ê bi lêpirsîneke ku li derva tê meşandin de ne dinava hevkariyê de bin û ew ê destûrê nedin ku mudaxeleya lêpirsîna li hundur tê kirin meşandin jî bikin.

Çi bûbû?

Rojnamegera Fîlîstînî Şîrîn Ebû Akleh di 11'ê Gulana 2022'an de li Cenînê dema li ser erka xwe bû hat qetilkirin. Hat ragihandin ku gule ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatine avêtin, lê ev yek ji aliyê Îsraîlê ve nehat qebûlkirin. Rayedarên Îsraîlî di daxuyaniyên xwe de îdia kirin ku rojnamevan "di encama gulebarana bêserûber ya çekdarên Filistîniyan de jiyana xwe ji dest daye.”

Neteweyên Yekbûyî di lêkolîna xwe de derbarê Şîrîn Ebû Akleh de got, "Hemû belgeyên ku me heta niha lêkolîn kirine, di nav de agahiyên fermî yên artêşa Îsraîlê û Dozgeriya Filistînê jî hene, teqez dikin ku guleyên ku Ebû Akleh kuşt û hevalê wî Elî Sûmûdî jî birîndar kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve tê bikaranîn." Berê, Wezareta Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî tevî hemî bangan red kiribû ku lêpirsînek ji hêla Dewletên Yekbûyî ve vebike. Rayedarên hikûmetê diyar kirin ku divê Îsraîl lêkolînê li ser leşkerên xwe bike. Di meha Îlonê de, hikûmeta Îsraîlî ragihandibû ku bi îhtimaleke mezin leşkerekî wî Ebû Akleh gulebaran kiribe, lê ew "bi tesadufî" bû, ji ber vê yekê ew ê dest bi lêpirsînê nekin.