Arzo Temo: Guhertinên erenî hene, têkoşîn didome
Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser jin Arzo Temo, xebatên xwe yên li dijî tundiyê ji ajansa me re nirxand û destnîşan kir ku li heremên dagirkirî jin bi tundiyek mezin re rû bi rû ne.

ROJ HOZAN
Qamişlo – Bi Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî li derdora dirûma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bipêş ket jin bi qasî ku di hemu qadên siyasî, leşkerî, civakî de hebûna xwe mîsoger kirin, bi rêxistinbûna xwe hemu rojên xwe veguherandin rojên têkoşîna li dijî tundiyê. Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin Arzu Temo ya der barê rêxistinbûna jinan a li dijî tundiyê nirxand, li dijî tundiyê bal kişand ser girîngiya perwerdê û dozên ku ew weke Rêxistina Sara li ser sekinîne parve kir.
Arzo Temo tundiya li ser jinan tê meşandin, bandor û encamên wê yên xerab şîrove kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di civakekê de jiyan dikin ku bi çavekî biçûk li jinan tê mêzekirin ji bo wê rêjeya herî bilind ji tundiyê li ser jinan tê meşandin. Tundiya li ser jin tê meşandin bi cureyên renge reng derdikeve pêş û dibe ev tundî ji aliyê kesekî be, malbatekî be û heya ji aliyê hikûmeta welatekî be lê di encamê de jin dike hedef.”
Arzo Temo ya cureyên tundiyê ya li ser jinan pêk te vegot, destnîşan kir ku bi bingehê van hemu cureyê tundiyê ya li ser jinê tê meşandin de bê rol hiştina jinê heye û wiha domand; “Helbet ev yek bandor û encamên xerab ji bo jinan ji zayînê heyanî temenê mezin bi xwe re tîne û dihêlê jin di aliyê binyewî û tenduristî de jî rehet jiyan neke, her wiha berê wê dide gelek rêyên xerab weke xwekuştin û rêkên bê exlaqî. Jin zayendeke di xwezaya xwe de aştiyane ye ji bo wê herî zêde hestiyariya xwe dide pêş û rêbazên jiyan û danûstandinê pêre çawa be ew dikare veguherîne afrîneriyeke aramiyê.”
Guhartinên erenî hene, têkoşîn berdewam e
Arzo Temo bal kişand têkoşîna rêxistina Sara ya li dijî tundiyê ya di asta Bakur û Rojhilatê Sûrî de û wiha pêl da axaftina xwe; “Em çiqas bêjin tundiya li ser jinan tam hatiye rakirin em ê berê rastiyê berovaj bikin, lê em dikarin bêjin jinên herêmê çiqas bûne bersiv ji vê tundiyê re. Xweperwerdekirin û rêxistinkirina jinan li hemberî tundiyê yekemîn gava serkeftinê ye li dijî hemû cureyên tundiyê. Di civaka me ya di herêmê de û beriya şoreşê rêjeya tundiya li ser jinan pir bilind bû û jinên tundî li wan dihat kirin jî zû bi zû ne dihatin naskirin, yan bûyer dihate nûximandin û pir caran jî jinan şerim dikir bêjin em rastî tundiyê hatine. Civakê wisa elimandinek kiribû mêjiyê jinan de ku pêwîste rastiya tundiya li ser xwe qebûlbikin. Niha jî dibe gelek jin hene hîn bi vê kevneşopiyê re dijîn, lê ev ne caserata jin e, jin dikare bi îradeya xwe pêşeroja xwe ber bi guhertinê ve bibe.”
‘Em bipêş ve diçin’
Arzo Temo ya bal kişand ser girîngiya perwerde ya di dawîkirina tundiyê de, da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye rewşa jinan ber bi guhertinên erênî ve çûye ku jin êdî biryara jiyana xwe bide û wiha doman; “Pirsgirêkên jinan hene û heya niha dibe em di dewamiya rêvebirina nameya xwe ya rakirina tundiya li ser jinan re pêşve diçin, lê em dixwazin jin êdî bi azadiya xwe iqna bibe û berê xwe bide cihê ku mafê wê lê mayinde dibe. Bi rêxistinkirin û perwerdekirina jin me dikaribû em gelek dozên jinan ên di civakê de daliqandî mane çareser bikin û mafê wan bidest bixin. Pêre jî me dikaribû em rêjeya tundiya li ser jinan kêm bikin û di gelek cihan de ji holê rabikin.”
Dozên ku pê re eleqedar dibin
Arzo Temo bîlançoya tundiya li ser jinan hatiye meşandin û dozên ku Rêxistina Sara têkildar dikir eşkere kir, her wiha rola Rêxistina Sara di kêmkirina rêjeya tundiyê de bilêv kir û wiha pêde çû: “Îsal me gelek dozên qetilkirina jinan çareserkirine yanî ne jinên ku îsal hatine qetilkirin, lê belê dozên berê yên di dadgehê de mabûn em jêre bûne bersiv û di derheqê kujeran de biryar hatin girtin. Dozên me çareserkirina wiha ne doza jina bi navê şaperîn ku li ser destê hevjînê xwe hatibû qetilkirin ji 2019’an de em vê dozê dişopînin, doza jina ereb ya li bazara Hitîn a Qamişlo li ser destê birayê xwe hate qetilkirin me ew jî çareser kir û cezayê 15 salan li kujer hate birîn. Doza jina bi navê Meryem ya li Hesekê ku sala borî ser destê bavê xwe hatibû qetilkirin me çareser kir û ceza li bavê wê hate birîn û hîn doz jî hene li dadgehê ne em şopandina wê dikin û ji bo bidestxistina mafê jin em têkoşîn dikin. Bi rengekî giştî îsal rêjeya qetilkirina jinan pir kêm bû, lê dozên berî salan di dadgehê de me çareserkirin. Li aliyê din jî dozên weke lêxistin, tundiya malbatê û berdan em bi Mala jin re pêwendîdar in û piraniya dozên wiha Mala Jin eleqedar dike.”
Rewşa jinan li heremên dagirkirî
Arzo Temo bal kişand ku li heremên dagirkirî rewşa jinên ku li wir dijîn pir zehmet e û rojane rastî tundiyê tên û wiha got; “Em di rewşeke şer de jiyan dikin û ji hemû deman zêdetir di şeran de jin rastî tundiyê tên. Ez dikarim bêjim di herêmên dagirkirî de ji aliyê dewleta tirk ve weke Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn rêjeya herî zêde ji tundiyê li wir tê meşandin. Bîlançoyeke tam zelal di destê me de ji bo herêmên dagirkirî tune ye, ji ber piraniya kiryaran bi rengekî veşartî di wan herêman de têne meşandin.”
Banga 25’ê Mijdarê
Arzo Temo boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan 25’ê Mijdarê li hemû jinan pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em îro jinên xwedî biryar in û dikarin ji tundiyê re bêjin na. Bila hemû jin bi sekna xwe bawer bin, dema tundiyê bûrî êdî dem dema azadiya jinan e. Bi rihê 25’ê Mijdarê em banga hevgirtin û yekrêziya jinan dikin. Bila dîroka me navê jinên têkoşînvan bi tîpên zêrîn bineqşîne û bibêje jina pêşeng, şerker û avaker jiyaneke azad ji bo tevahî jinan afirand. Em hêvîdar in hemû jin di çalakiyên 25’ê de Mijdarê li qadan bin û mûhra xwe li dîroka azadiyê bixin.”