Li Mehabadê ciwan tevahiya şevê di çalakiyê de bûn
Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Mehsa Emînî re li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, didome. Li Mehabadê ciwanan çalakî meşa şev li dar xistin. Ji hoparlorên mizgefta bajêr, dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bû.

Mehabad – Serhildanên “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, bênavber didomin. Bi boneya salvegera protestoyên Mijdara 2019’an, li gelek bajaran çalakî hatin pêkanîn, yek ji navendên ku çalakî hat li dar xistin jî Mehabad bû.
Esnafên li bazara Mehabadê û derdora wê bi daxistina kepengan piştgirî dan serhildanê. Ciwanan gelek cihên aîdê rejîmê şewitandin. Tê diyarkirin ku gelek ciwan hatine binçavkirin û girtin. Di çalakiyên Mehabadê hatin li dar xistin de, tê dîtin ku polîs û leşkerên rejîma Îranê hewil didin bi helîkopteran bajêr kontrol bikin.
Ciwanên li kolanên Şark, Peşt Tap, Meydana Manbi, Koy Zîba, Azad û Zanîngeha Kulturê li hev kombûn, çalakiyên xwe yên li dijî hêzên rejîmê domandin. Danê êvarê ji Koy Zîba, Farhangîan, Kolana Manba dengê çekan hat bihîstin. Çalakgeran, bi dirûşmeyan bersiv dan ji dengên guleyên polîsên rejîma Îranê. Dema ciwanan çalakiya xwe berdewam kirin, ji hoparlorên mizgeftê dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hat bihîstin.