Jinên Suweydayê: Em ê guhertinê binîn

Jinên Suweydayê ên ku tevlî çalakiya li qada Karamanê bûn, diyarkirin ku di sala nû de ji bo mafê xwe dê çalakiyên xwe berdevam bikin û gotin: “Ê ku guhertinê binîn em in.”

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda – Xwepêşandanên gel ên li Qada Karama ya ji bo azadî û demokrasiyê li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê di roja 134’an de ne. Gelê ku duh li Qada El Karama kom bû daxwazên xwe dubare kirin. Yek ji jinên beşdarî xwepêşandanê bû Lubna Ebduldîn diyar kir ku hikûmeta Şamê 50 sal in mafên gelê Sûriyê binpê dike.

‘Jin ji roja destpêkê ve di çalakiyê de ne’

Abdel-Din diyar kir ku heya roja îro ji bo daxwzên mafê xwe bêdeng bûne û wiha got: “Ji ber ku em ditirsiyan. Kesên ku cesaret dikirin hinek tişt digotin dihatin girtin. Kesên ku mafê xwe digeriyan dihatin girtin, kesên sucdar jî li kolanan serbest digeriyan. Edî dem hatiye ku bêdengî were şikandin. Serokê Sûriyê ji bo sûcdarên ku bûne sedema wêraniyê li welat biryarên efûyê dide. Kesên ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane bûne, bi dehan sal in di zindanan de dimirin, yên ku dizî, revandin û bazirganiya hişbirê kirine nayên cezakirin.”

Lubna Abdel-Dîn, anî ziman ku jin ji roja ewil ve beşdarî çalakiyên li Qada Karamanê bûne û got: “Roja Înê tên cem hev û mafên xwe dixwazin. Jinên Süveyda bi xwe serbilind in.”

‘Ên ku guhertinê bînê em in’

Siham Abu Bahsas yek ji jina ku beşdarî çalakiyê bûne  destnîşan kir ku şert û mercên xirab ên ku ew tê de dijîn bûne sedem ku beşdarî van xwepêşandanan bibin. Sîham Ebû Behsas anî ziman ku berê nikarîbûn nêrînên xwe bînin ziman û wiha pê de çû: “Em ji hemû mafê xwe bê par in. Hiîbir di tevahî welat de belav bûye. Nifşek tê qetilkirin. Di pêşerojê de divê ev bela ji holê rabe. Em dikarin li hember birçîbûn û tîbûnê berxwe bidin lê em nikarin dema ku zarokên me li ber çavên me bimirin berxwe bidin. Li hember bikaranîna hişbirê hertim tekoşîna xwe berdevam bikin. Rola herî mezin dikeve ser jinan. Ên  ku gujertinê bîne em in.”

Hoda Bahsas ku ji yek ji gundên li ser sînorê başûrê Sûriyeyê ji bo tevlî çalakiyan bibe, hatiye qada çalakiyê got: “Em ê bi dayikên ku zarokên wan hatine girtin re bibin yek. Hikûmetê em ji aliyê derûnî ve westandin û mafên me binpê kirin. Jinan bi van çalakiyan xwe îspat kirin.