Jinên Suweydayê di daxwazên xwe de bi israr in

Jinên Suweydayê yên daxwaza guhertina rejîmê dikin, jiyaneke mirovî dixwazin.

ROCHELLE JUNIOR

Sûweyda – Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ku nifûsa Durzî lê zêde ne berdewam dikin. Bi sedan kesên ku li Meydana Karama kom bûn, di meha duyemîn a çalakiyên xwe de, daxwaza "rûxandina rejîmê" û bicihanîna biryarên navneteweyî yên der barê çareseriya siyasî de kirin.

Yek ji jinên beşdarî çalakiyê bû Rîma Ezzî diyar kir ku dixwazin rejîm biguhere û wiha got: “Gelek sedem hene ku ez neçarim beşdarî çalakiyan bibim. Ev yek koçkirin, polîtîkayên qetlîamê, birçîbûn, rêbazên çewisandina dîktatorî ne. Em dixwazin rejîma Beşar Esad hilweşînin. Slogan û daxwazên me yek in.”

Rîma Ezzî ya got “Ew dixwazin  rejîm biguhere, em dixwazin standardên jiyana me baştir bibe” bi van gotinan bang li tevahî jinên Sûriyeyî kir: “Ez bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku têkoşîna xwe bidomînin û heqaretê red bikin da ku bibin jinên azad."