Jinên Sûdanî, bi birçîbûnê re têkoşiyan niha jî ji bo mafên xwe têdikoşin

Ji Înîsiyatîfa Li Dijî Şîdeta Li Dijî Jinan Emîra Osman got ku jin li Sûdanê bi şer, xizanî û birçîbûnê re rû bi rû ne û niha jî ji bo mafên xwe têkoşîna xwe didomînin.

MEYSA El-QAZÎ

Xertûm- Ji Înîsiyatîfa Tunekirina Şîdeta Li Dijî Jinê ya li paytexta Sûdanê Hartumê Amîra Osman bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re nirxandin kir. Amîra Osman da zanîn ku jinên kedkar ên li New Yorkê şewitîn têkoşîna xwe bi 8'ê Adaran berdewam kirin û got: “Îro ez serkeftinên têkoşîna me, serketin û gavên me yên ji bo jiyaneke xweş silav dikim.”

‘Li Sûdanê mamosteyên jin û mêr wekhev mûçe nagirin’

Amîra Osman, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku têkoşîna jinan a li cîhanê wê mezin bibe û qadên hevpar ên têkoşînê ava bibin û ji pirsgirêkên ku jinên Sûdanê dijîn mînakan da. Amîra Osman diyar kir ku li Sûdanê mamoste ji aliyê zayendî ve tên cudakirin û mamosteyên jin û mêr wekhev mûçe nagrin û got: “Divê di vê mijarê de têkoşîneke bi hêztir bê dayîn.”

Amîra Osman bi bîr xist ku li dijî cudakariya li hemberî mamosteyên jin grevê pêk anîne û got ku wan li ser têkoşîna li dijî cihêkarî û tundiya li ser jinan pirtûkçeyek ya têkoşînê amade dikin. Amîra Osman bal kişand ser wê yekê ku di dirêjahiya dîrokê de jinan mafên wek dengdan, mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev, perwerde, dengdan û hilbijartin û li qada gelemperiyê diyarbûna jinan bi dest xistine û wiha got: “Sûdan ji salên 1960'an û vir ve rastî xizanî, şer û birçîbûnê hat. Me bi wan re şer kir. Niha em ji bo mafên xwe têdikoşin û em ê ser bikevin.”