Jinên Mexribê ji bo mafê kurtaja bi ewle xwepêşandanek lidar xistin

Bi boneya 28’ê Îlonê Roja Kurtaja bi Ewle ya Cîhanê, jinên Mexribê ji bo mafê xwe yê kurtaja bi ewle li ber parlamentoyê xwepêşandanek li dar xistin.

HANAN HARITE

Mexrib – Federasyona Komeleya Mafên Jinan piştî mirina keça 14 salî Meryem, di nîvê vê mehê de, ku di encama kurtajeke veşartî de li gundê Mideltê, li mala kesê tecawizê wê kiribû pêk hat, li ber parlamentoya Mexribê xwepêşandanek li dar xist.

“Dem hatiye ku kurtaj êdî sûc neyê dîtin”

Ji Federasyona Komeleya Mafên Jinan Samîra Mohiya da xuyakirin ku ev çalakî bi armanca şermezarkirina qetilkirina Meryem a ku rastî destavêtinê hat û ew neçar kirin ku bi dizî kurtaj bike, hat lidarxistin û wiha axivî: “Ev bûyer trajediyek e ku divê neyê dubarekirin. Yên ku bi nepenî rastî kurtajê hatine ew jin in ku di rewşeke dijwar de ne, madeyên jehrî dixwin, ev jî dibe sedema mirina wan an jî seqetiyên piştî zayînê. Dem hatiye ku kurtaj êdî nema bê sûcdarkirin û qanûnîkirina wê bi derxistina qanûnek ji bo parastina tenduristî û rûmeta jinan û keçan li Mexribê pêk were.”

“Ez bang dikim ku qanûnên rê li ber jinan digrin kurtaj bibin werin rakirin”

Serokê koalîsyona 490 "derveyî qanûnê" Benezo Nercis bang kir ku qanûnên rê li ber jinan digrin ku ji bo kurtajê bikevin navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan werin rakirin û wiha pê de çû: “Zagon hebin an tune bin, jin kurtajên nepenî dikin ku ev yek jiyana wan dixe xeterê. Berî her tiştî em daxwaz dikin ku xalên Qanûna Ceza yên ku kurtajê li Mexribê sûc dibîne bên rakirin.”

“Di encama kurtajên veşartî de gelek jin jiyana xwe ji dest didin”

Çalakvana mafên mirovan Leyla El-Nacî wiha got: “Çalakiya me ji bo şermezarkirina kurtajên nepenî yên li Mexribê ye. Em fêm nakin ku heta îro jî em şahidên bûyerên wiha ne di encama kurtajên veşartî de gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Gelek kurtajên nepenî hene ku ji bo jinan nebaş û bê ewle ne. Divê qanûn bên guhertin, di nav de Qanûna Malbatê jî. Divê sazî li ser pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû ne xwedî hest û zanebûn bin.”

“Em hikûmetê berpirsyar dibînin ji ber guherînên qanûnî yên ku jinan naparêzin”

Endama Federasyona Komeleya Mafên Jinan Fatima Bilmisasit got ku ev çalakî bi helkefta 28’ê Îlonê Roja Kurtajkirina bi Ewle ya Cîhanê hatiye organîzekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em mirina Meryem a 14 salî ya ku di encama kurtajeke bê ewle de jiyana xwe ji dest da, şermezar dikin. Em hikûmetê berpirsyar dibînin ji ber arsenalên qanûnî yên ku jinan naparêzin, di nav de zagona tawanan jî heye û em her wiha daxwaza qanûnên ku li gorî destûra 2011’an û peymanên navneteweyî tevdigerin, dikin.”

Parêzer û parêzvana mafên jinan û mirovan a Mexribê Xizlan Bamûnî, daxwaz kir ku Zagona Ceza ji nû ve bê nirxandin û beşên ku kurtajê sûc dibînin bên guhertin û wiha pê de çû: “Divê cezayên kesên tecawizkar bên girankirin.”

Li gorî statîstîkên Komeleya Mexribê ya ji bo Têkoşîna bi Kurtajên Veşartî re dixebite, hejmara kurtajên nepenî li Mexribê di navbera 50,000 û 80,000 bûyeran de ye, bi navînî rojane 200 emeliyatkirin, ev emeliyat dibin sedema ji sedî 4,2 mirina dayikan û ji sedî 5,5 mirinê ji ber tevliheviyên piştî zayînê ye.