Jinên Mexribê: Em ê piştevaniya bi gelê Filistînê re bidomînin

Jinên Mexribê diyar kirin ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê wê bi gelê Filistînê re di nava piştevaniyê de bin û gotin: “Gelê Xezayê li ber çavên cîhanê tê qetilkirin. Divê demildest dawî li vê rewşê were anîn.”

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Aktivîstên Mafên Mirovan ên li Mexribê, diyar kirin ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ku sivîlan dikin hedef piştevaniya xwe ya bi gelê Filistînê re berdewam bikin. Helbestvan û parêzvana Mafên Mirovan Nouriya Al-Omanî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê di destpêkê de jin û zarok jî di nav de şerê îmhayê li dijî sivîlên bê guneh tê meşandin.

‘Divê em piştevaniyê bi gelê Filistinê re nîşan bidin’

Nouriya Al-Omanî da zanîn ku gelê Filistînê li dijî êrîşan têdikoşe û got: “Gelê Filistînê bi têkoşîna xwe dersê dide. Durûtiya Îsraîlê ya ji bo berjewendiyên xwe yên madî û stratejîk û pêkanînên dijmirovî derxist holê. Ev pirsgirêka ku nêzî sedsalan e berdewam dike, pêwîst dike ku em hemû vê dagirkeriyê şermezar bikin, em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Filistînê re nîşan bidin, heta ku xaka xwe û hemû mafên xwe bi dest bixin em ê piştevaniya wan bikin.”

‘Hikumeta Mexribê daxuyaniyek weşand’

Serokê Federasyona Yekitiya Mafên Jinan li herêma Marakeşê Asfi Sanaa Zaimî da zanîn ku ew di bin bandora êrîşên li dijî Zivala Xezayê de ne. Her wiha diyar kir ku hikumeta Mexribê der barê parastina sivîlan de ji bo konseya ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxuyaniyek girîng weşandin û got: “Di çarçoveya sazî û koalîsyonan de helwestek heye, xemgîniya xwe ya li hemberî trajediyên hatine jiyîn anîne ziman.”

‘BMGK ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih nayne’

Asfî Sanaa Zaimî destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de di nav de jin û zarok jî bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûne û wiha domand: “BMGK ji bo parastina aştiyê berpirsyariya xwe ya zagonî exlaqî bi cih nayne. Em meraq dikin ku wê kengê mudaxele bike. Li Zivala Xezayê di hejmara miriyan de zêdebûnek ku heta niha nehatiye dîtin heye. Ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara ku hat tomarkirin gelek zêde ye, jin û zarokên ku bûne qurbanên bombebaranan ji derveyî rêjeya birindarbûnê bi giştî gihîştiye ji sedî 65. Ji bo mudaxelekirina êrîşên li dijî gelê Xezayê divê biryarên demildest werin girtin û li hember vê yekê were rawestandin.”

‘Sivîlan mehkûmî birçîbûnê kirin’

Asfî Sanaa Zaimî bi bîr xist ku alîkariya ku tê xwestin ji bo gelê Xezayê were kirin, ji aliyê Îsraîlê ve tê astengkirin û got: “Sivîl mehkumî birçîbûnê tên kirin. Her çendî ragihandin aşkere neke jî hejmara Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne zêdeyî milyonek e. Beşek mirovan veguhestin bakûrê Zivala Xezayê. Lê belê hinek herêm dibin hedefa êrîşên leşkerî. Li gorî fona Nufûsa Neteweyên Yekbûyî, niha li Zivala Xezayê zêdeyî 50 hezar jinên ducanî hene, nikarin bigihîjin xizmetên tendirustiyê. Ji vana 5 hezar û 500 ji pêwîstiyên bingehîn, ji xizmeta tendirustiyê ya pêwîst bêparin û dê di mercên xirab de zarokên xwe biwelidînin.”

 ‘Gelê Xezayê li ber çavên cîhanê tê qetilkirin’

Endamê Şaxa Yekitiya Çalakiyên Jinan a Marakeşê Naima Akdad bal kişand ser êrîşên berê yên li dijî Filistiîê û wiha got: “Di êrîşên li dijî Filistînê de di navbera sala 2007 û 2014’an de herî kêm 10 hezar û 662 kes hatin qetilkirin. Zivala Xezayê di cîhanê de veguherî girtîgeha herî mezin a servekirî. Gelê Xezayê niha di şert û mercên herî zehmet de dijî. Qutbûna kehrebeyê didome, pirsgirêka ava vexwarinê heye. Gel di şert û mercên dermirovî de ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bêpar dimîne. Gelê Xezayê li ber çavên cîhanê tê qetilkirin û li dijî sûcên şer ên tê kirin tiştek nayê kirin. Divê ev rewş demildest bi dawî bibe.”