Jinên Mehabadê: Têkoşîna me wê bidome

Jinên Rojhilatê Kurdistanê, cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kirin û gotin: "Ji bo rakirina cezayên giran em ji berê zêdetir têdikoşin" û soza berdewamkirina berxwedanê dan.

SARAH KARÎMÎ

Mehabad- Bi destpêkirina serhildana “Jin, jiyan, azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re, Komara Îslamî ya Îranê bi girtin, îşkence, komkujî, darvekirin û cezayên giran ên zîndanê, zextên xwe li ser hemû beşên civakê zêde kir. Jinên li welat li dijî hemû polîtîka û zagonên mêrsalarî li her qadê bi taybet li girtîgehan têkoşîna xwe didomînin.

'Jin ji berê bêhtir bi zanebûn şer dikin'

Xwendekara Kurd a Mehabadê Delnia Kerîmpûr li ser zext û zordariya Komara Îslamî ya li ser jinan nirxand û got: “Bi sedan jinên Îranê wek Nergîs Mihemedî, Zeyneb Celaliyan ji ber têkoşîna li dijî zayenda civakî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin. Rejîma dijî jinan a Îranê, Pexşan Azîzî û Şerîfe Mihemedî dixwaze bi cezayên giran bitirsîne û divê hikûmet bizane ku jin ji berê bêtir bi zanebûn şer dikin Zexta Komara Îslamî ya Îranê tenê bingehên xirab ên hikûmeta wî lawaz dike."

'Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin'

Aktîvîsta mafên jinan Sana M.  zilma dewleta Îranê pêk tîne şermezar kir û ev tişt gotin: "Armanca hikûmetê qelskirina civakê ye, ji hev dûrxistin, ber bi ferdperestiyê ve birin û tirsê di nava jinan de çêbike. Ew baş dizanin ku têkoşîna jinê wê hîmên pergalên desthilatdariyê bihejîne. Ji ber vê yekê piştî serhildana şoreşgerî ya 'Jin, jiyan, azadî', ji bo bêdengkirina berxwedana jinan cezayên giran dan. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî zilmê bidomînin.”