Jinên li dijî ferzkirina hîcabê radibin tên darezandin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel berdewamkirina serhildana jinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, her çendî ‘polîsên exlaqî’ yê Îranê hatibe rakirin jî zextên li ser jinan a ji bo ferzkirina hîcabê didome.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel berdewamkirina serhildana jinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, her çendî ‘polîsên exlaqî’ yê Îranê hatibe rakirin jî zextên li ser jinan a ji bo ferzkirina hîcabê didome. Babaeî Chegînî ya Sûriyeyî li dijî ferzkirina hicabê derket û hevjînê wî çalakvanên sivîl Mihemed Riza Murad Behroûzî, bi tevî rojên hatine binçavkirin her yek ji wan bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê” mehkûmê salek cezayê girtîgehê hatin kirin.

Di 20’ê Nîsana 2022’an de Babaeî Chegînî ji bo parastina xwe li hemberî sûcdariya “Propagandaya li dijî rejîmê” ji bo şaxa 2’an a dozgeriya giştî û şoreşê ya Muhemediyeyê hate gazîkirin û di 22’ê Tîrmeha 2022’an de dema hêzên ewlehî ser mala xwişka wê girtin hat girtin û  ji bo girtîgeha yek ji dezgehên ewlehiyê yên parêzgeha Qezwînê hat veguhestin. Piştî nêzîkî 6 mehan bi danîna kefaletê ji girtîgeha Çobinder a bajarê Qazwînê hat berdan.

Bi kefalet hatibû berdan

Di 16’ê Çileya 2023’an de careke din ji aliyê hêzên ewlekariya parêzgeha Qazwînê ve hate binçavkirin û piştî veguhestina wê ji bo navendê, piştî sê mehan hat binçavkirin 5’ê Nisanê bi kefalet hat berdan.

Jina ku li dijî hicaba ferzkirî derket, roja 25’ê Gulanê hat girtin û  şewqî girtîgeha Chowbinder hat girtin û 29’ê Gulanê bi kefalet hat berdan.

Muhemed Riza Murad Behroûzî di 30’ê Tebaxa sala 2022’an de, ji aliyê hêzên ewlekarî yên bajarê Qezwînê ve bi sûcdariya “heqaret li Xamineyî” kir hat girtin û piştî karûbarên adlî mehkûmê salek cezayê girtîgehê û 10 milyon toman cezayê pere hat kirin. Ev biryar li dadgeha îstînafê ya parêzgeha Qazwînê hat erêkirin.

Piştî hat berdan, careke din ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Qezwînê ve bi sûcdariya “tehrîkkirina gel a ji bo kiryara li dijî îfetê” hat girtin û ji aliyê dadgeha 2’emîn a Dadgeha Cezayê ya parêzgeha Qazwînê mehkûmê 10 meh cezayê girtîgehê hat kirin.