Jinên li Şamê dijîn ji pêşeroja welat bi fikar in
Civaka Sûriyeyê bi taybetî jin ji geşedanên dawî û weke ‘serokê dewletê’ ragihandina Colanî bi fikar in. Jinên Sûriyeyê diyar kirin ku diviyabû erkdarkirina rêveberiya welat bi dengdayîn û hilbijartinan pêk bihata.
RAMA XELAF
Dîmeşq (Şam) – Piştî ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst de ye li Şamê kongreyek bi navê ‘serkeftinê’ li darxist serokê HTŞ Colanî jî xwe weke ‘serokê dewletê’ ragihand. Piştî van geşedanan û zêdebûna kiryarên li dijî gelan fikarên jinan ên li ser pêşeroja wan jî zêdetir bû. Hinek kes diyar dikin ku rêveberiya nû wê temsîla rejîma Beasê bike, hinek jî daxwaz dikin ku hilbijartin çêbibe û rêveberiya Sûriyeyê bi dengdayîna gel bê hilbijartin.
Jinên Sûriyeyê der barê nerazîbûnên xwe yên ji bo rêveberiya Sûriyeyê, ji aliyê serokê HTŞ'ê Colanî ve anîn ziman û bi riya ajansa me bertekên xwe bi lêv kirin.
‘Divê milet rêveberê xwe bipejirîne’
Nisrîn Elî diyar kir ku girîng e hilpijartinên serokatiyê bên çêkirin û hincet bi pêvajoyê demkî re nebînin û got: “Divê milet rêveberê xwe bipejirîne. Em nizanin ka Ehmed El Şeraa wê nûnertiya civaka Sûriyeyê bike û daxwazên wan bi cih bîne, yan na. Ji ber vê yekê divê gel di vê pêvajoyê de cih bigre. Her wiha ev pêvajo jî ne diyar e wê heya kengî bidome."
'Diviyabû bi hilbijartin rêveberî bihata erkdarkirin'
Besma Suker jî destnîşan kir ku piştî teyînkirina Colanî weke serokê Sûriyeyê di pêvajoya demkî de rastî gelek nêrîn û bertekên civakê hatiye. Besma got: “Hinek kes li dijî biryara teyînkirina wî bûn, ji ber girîngî neda nêrîn û dengê civakê. Hin jî alîgirê erkdarkirina wî dikin, ji ber ku destê wî di rûxandina rêjîma Beasê de hebû, di demên borî de wî karûbarên welat bi rêve dibir."
Tirsa dubarekirina senaryoya Efganistanê li Sûriyeyê
Dema ku gengeşî li ser pêşeroja Sûriyeyê di bin desthilata Colanî de zêde dibe, hinek kes tirsa xwe diyar kirin ku welat ber bi modelek hişk a rêveberiyê ve diçe. Jinan dibêjin ku ew heya astekê dişibe senaryoya jiyana jinan li Efganistanê piştî ku ket bin destên Talîbanê, gelek qedexe li ser wan hat ferzkirin. Lê belê ev tirs bi rastiya civaka Sûriyeyê re dikeve nava nakokiyan. Ji ber ku ew bi cihêrengiya civakî, rewşenbîrî û dîroka wê ya dirêj a pirrengiya olî û çandî tê diyarkirin.
Faktorên herî girîng ên ku nahêle ev seneryoya li Sûriyeyê dubare bibe, cihêrengiya mezhebî û civakî ye. Her wiha xurtbûna rola jinan di civakê de. Tevî hemû kêşeyan jî jinên Sûriyeyê di nava têkoşînê de ne, rolên xwe di civakê de, bi taybetî di warê siyasî û aborî de îsbat dikin. Ji ber vê yekê ferzkirina zagonên hişk ên îslamî li ser jinên Sûriyeyê di nava civakê de nayê qebûlkirin.
Sûriye ber bi ku ve diçe?
Di navbera erêkirin û redkirinê de, weke ‘serokê dewletê’ ragihangina Colanî bûye sedema fikaran. Der barê nediyarkirina pêvajoya demkî ya Sûriyeyê de, pirsek wiha heye: Gelo Sûriye dê bikaribe nakokiyên xwe derbas bike û ber bi pêşerojeke aramtir ve biçe?