Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin
Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin. Hat diyar kirin ku piraniya kesên ji vê gora komî derketine pêkhatiyên Şîa yên ji Şengalê ne.
Navenda Nûçeyan – Daîreya Tiba Edlî û Saziya vekirina gorên komî, duh dest bi vekirina gora 54’emîn kir. Li gorî agahiyên hatine wergertin piraniya kesên ji vê gora komî hatine derxistin pêkhateyên şîa yên ji Şengalê ne û bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatine qetilkirin.
Heta niha li Şengalê bêhtirî 94 gorên komî hatine dîtin. Ji van 94 tenê 54 gorên komî hatine vekirin. Herî dawî li Komlegeha Tilbenat a Şengalê goreka din a komî hate dîtin ku hestiyên gelek kesan di tankerak avê de hatine veşartin.
Bi hezaran hestî hatin dîtin. Hinek ji wan hatin tespîtkirin û radestî xizmên wan hatin kirin. Hestiyên hin qurbaniyan jî li Tipa Edlî ya Bexdayê ne û ji ber ku testa wan a DNA'yê hîn neheqiya ye, nasnameya wan nehatiye tespîtkirin ku radestî xizmên wan bêne kirin.
Gelek caran civaka Êzidî û di serî de Rêveberiya Xweser bang li saziyên eleqedar kirin ku demildest dest bi vekirina van goran were kirin û çarenûsa kesên winda werin diyarkirin. Lê heta neha dewleta Iraqê guh nedaye van daxwazan.
Hêjayê bi bîr xistinê ye ku heta niha çarenûsa zêdeyî 10 hezar Êzidî ne diyare û piraniya wê jin in.