KJK: Hêva Erebo weke derwêşekê jiya

KJK'ê endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi bîr anî û got, "Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye."

Navenda Nûçeyan – Komaleya Jinên Kurdistanê (KJK) endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) yên di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin, bi bîr anî.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:

"Em, endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin ku 27'ê Çileyê dema li Başûrê Kurdistanê wezîfe dikirin di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a faşîst de hatin qetilkirin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û gelê Kurdistanê re dixwazin. Vê êrîşa faşîst a dijminê Kurdan û jinan bi tundî şermezar dikin, sozê didin ku em ê li ser bingeha pêkanîna Kurdistana azad xwedî li bîranînên van hevrêyên hêja derkevin.

‘Weke derwêşekê jiya’

Hevala Salîha ku di temenekî ciwan de tevlî nava refên tevgera azadiyê bû, bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe bi pêş ve bir û weke derwêşekê jiya ku li jiyana bi wate digeriya. Biryardariya ji bo bûyîna jineke azad ji xwe re kir rêgeha jiyanê, heta kêliya dawî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têkoşiya. Afirandina mirovê nû ku yek ji karên herî zehmet ên jiyana azad e, ji xwe re kir esas. Di nava PKK'ê de bi hevrêtî, ked, karkerî, pakbûn û têkoşînê xwe ji nû ve afirand. Xwe bi van pîvanan afirand û hevrêyên xwe jî ji xwe re kir eynik, bi vî rengî xwe ji nû ve afirand. Karên xwe weke parçedyek ji avakirina jiyana azad dît, biçûk an jî mezin, girîng an jî negirîng her wezîfe bi bawerî û eşqê bi cih anî.

Li hemû parçeyên Kurdistanê kar kir û hem di nava têkoşîna giştî de hem jî di nava têkoşîna jinê de kedeke mezin da. Di kesayetiya xwe de kesayetiya jin a azad û Kurd ê azad afirand, bi vî rengî bû şoreşgereke jin a mînak û pêşeng. Beşdarî karên avakirinê bû ku yek ji karên herî girîng ê şoreşê ye, di dilê gelê me de bi taybetî jî di dilê jinan de cih girt.

‘Bi roleke çalak û pêşeng rabû’

Dema ku şoreşa Rojava pêk hat, bêteredût berê xwe da qada Rojava. Ji aliyekî ve li dijî dijminê jiyan û jinê DAÎŞ'ê têkoşiya, ji aliyê din ve jî di karên avakirina şoreşê de kedeke mezin da. Bi taybetî ji bo şoreşa Rojava bi rengê jinê bi pêş bikeve û mezin bibe, hewl da. Hem li Rojava hem jî li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di karê zanekirin û birêxistinkirina jinên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Ermen de bi roleke çalak û pêşeng rabû. Ji bo paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo bigihîne nava jinên Sûriyeyî û gelan, bû mîna pirekê. Bi vê armancê li her bihosta xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava geriya. Li hemberî her cûre êrîşên li dijî jinan û gelan bêtirs têkoşiya, helwest nîşan da. Ji bo şoreşa Rojava weke şoreşa jinê li cîhanê û herêmê belav bibe, ji bo şoreşa Sûriyeyê bibe şoreşa jinê kar kir, ked da.

Eger îro li herêmê û cîhanê şoreşa jinê ya li Rojava bûye mînak, ev yek ne dûrî keda hevala Salîha ye. Lewma şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de tê wateya hevala Salîha.

Bang: Ji bo dijminê jinan bê darizandin kampanyayan bimeşînin

Îro li Sûriyeyê ji aliyekî ve bi HTŞ'ê re zext jinûve li ser jinan tê kirin, li aliyê din jî bi êrîşên faşîst ên dewleta Tİrk hewl tê dayin destketiyên şoreşa jinan, bandora wê ya li ser jinên cîhanê û Rojhilata Navîn bê şikandin. Armanca esasî ya van êrîşên faşîst tinekirina îradeya jinê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi rêya van êrîşan careke din xweranegirtina li îradeya jinê û Kurd ê azad nîşan da. Lê belê têkoşîna hevala Salîha rastiya gelekî afirand ku ji êrîşên dewleta faşîst û ferzkirina mirinê mezintir e. Lewma nirxên ku hevala Salîha afirandine ji mirinê hîn mezintir e û bi mirinê nikarin bêne tinekirin. Bîranîna wê, teqez wê bi serketina şoreşa jinê re nemir û timî bibe. Wezîfeya herî bi wate ya me jinan jî ew e ku van nirxan biparêzin ku hevala Salîha bi kesayetî, têkoşîn û îradeya xwe afirand û ji mirinê mezintir e. Wezîfeya me ye ku em van nirxan bikin garantiya jiyana azad.

Weke KJK em vê êrîşê bi ti awayî qebûl nakin û di serî de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku li ber van êrîşan rabin, şoreşa jinê ya Rojava biparêzin û mezin bikin.

Em bang li jinan hemûyan dikin ku ji bo dewleta Tirk weke sûcdarê şer û dijminê jinan bê darizandin kampanyayan bimeşînin, van polîtîkayên qirêj li her derê teşhîr bikin, ji bo li dadgehên navneteweyî bê darizandin têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi şoreşa jinê re jiyana azad biafirînin."