Jinên li Îzlandayê li dijî ne wekhevî û tundiyê dest ji kar berdan

Li Îzlanda bi deh hezaran jin, ji bo daxwaza wekheviya bacê û protestokirina tundiyê rojekê dest ji kar berdan. Serok Katrin Jakobsdonttir got: “Ez jî îro naxebitim.”

Navenda Nûçeyan – Li Îzalan di nav de Serok Katrin Jakobsdonttir bi dehhezaran jin , ji bo daxwaza wekheviya bacê û protestokirina tundiya di bingehê zayendperestiyê de û tundîya zayendperestiyê rojekê dest ji kar berdan. Wezîr karê deve yê Îzlanda li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal  dimenên çalakiya di sala 1975’an de hatî li darxistin parvekir û wiha got:

“Îro piştî sala 1975’an cara yekem rojekê em temaşeyî çalakiya jinan dikin; wê salê jinên Îzlanda ji sedan 90 wê hem li kar hem jî li mal rojekê ne xebitin, eve jî di dinyayê de cara yekem serokkomarê jin hatî hilbijartin bejdarî bûyî guherînek gelek mezin bi xwere anî.”

Serok Katrin Jakobsdonttir: Ez îro naxebitim

Çalakiya jinan di zimanê Îzlanda de weke 'kvennafrí' (Roja jinan a vale) tê bi navkirin. Di çalakiya îro de Serok Katrin Jakobsdonttir destpêkê daxuyanî da û got: “Ez îro naxebitim ez li bendê me ku hemû jinên di kabîneyê de vê bikin.” Katrin Jakobsdonttir ji radyoya Ras 1 re axivî û got: “Dema em li hemû cîhanê temaşe dikin, ji bo avakirina civaka wekheviya zayendê wê 300 salan berdewam bike. Weke kevneşopiya hikumetê li çengên kar ên ku mêr serwerde û pişeyên ku jin lê serwerin û wê çawa giringî bidinê ez lêkolîn dikim.”

‘Erka mê wê bandorê li hemû xizmetan bike’

Li gora nûçeya The Guardian: wê meşa ku li paytext Reykjavik were darxsitin de wê seroka Komelya mafê jina ya Îzlanda (IWRA) Tatjana Latinivic erkê wan li nexweşxane, dibîstan hewzên melevaniyê û hemû xizmetên li cihê kar bandor bike, wê bav di malê de di rewşa lênêrîna zarokan debe yan jî wê di rewşa ku zarokên xwe bibin cihê kar debe.

‘Ji bo cezakirina xebatkaran me zext kir’

Seroka komeleya ku di sala 1907’an de ji bo naskirina mafê jinan ya bijartin û hilbijartina  hatî avakirin Tatjana Latinovic got: “Em li bendê ne ku jinên ku ji derveyî welat ji bo xebatkirinê hatin û dixwazin hemû jin bejdarî çalakiyan bibin. Ji bo ên ku kar dane ji bo bejdarî çalakiyê bûne neyên cezakirin me zext kir û ji bo bejdariya jinan ya çalakiyê me cesaret da wan.”   

 Ji sedan 40’ê jinan rastî tundiyê tên

Di rapora cihêkariya zayendî ya civaka kureyî di foruma aboriya cîhanê ya 2023’an de li ser hev cara 14’eme Îzlanda di rêza herî jor de cih digre. Li hinek sektoran jin hîna li gora rêjeya mêran ji sedan 21 kêm qazanc dike. Zêdeyî ji sedan 40’ê jinan rastî zayendperestiya zayendî yan jî tundiya zayendî tên.