Jinên ku beşdarî çalakiyan bûn: Heta Rêber Apo azad nebe jin azad nabin

Îro li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji bo azadiya fîzîkî û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn. Her wiha çalakiya konvedanê ya ku li bajarê Qamişlo hat destpêkirin di roja xwe ya 3’emîn berdevam dike.

Navenda Nûçeyan-Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji bo azadiya fîzîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nav çalakiyan de ne. Bi sedan kesên ku tevlî çalakiyan bûn  tecrîta li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan nûnerê vîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn e.

Qamişlo

Bi armanca balkişandina ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û pêkanîna edaletê ji bo mafên mirovan li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî konê çalakiyê hatiye vedan. Kona ku li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vedan wê 7 rojan berdewam bike. Jinên beşdarî çalakiya konê bûne nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Girkê Legê Ayhan Murad têkildarî tecrîdê, axivî û wiha got: “Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hatiye naskirin. Dema berxwedaniya jinan tê gotin dirûşma “Jin jiyan azadî” tê ber çavên me. Îro em di çalakiyê de ne hejmara herî zêde jin in, di berxwedana li qadan de yên li pêş jin in. Em ê her dem li ser piyan bin ji ber ku yên civakê ava kirin jin bûn mal birêve birin jî jin bûn. Bi hatina şoreşa Rojava re ya ku îro xwe birêxistin kir di hemû qadên civakê de di nava hêzên me yên leşkerî de hat avakirin YPJ parastina civakî û HPC jin bû.”

‘Yên ku îro pêşengiyê dikin jin in’

 Ayhan Murad diyar kir ku azadî bi berxwedana jinan wê misoger bibe û wiha domand: “Bi hatina Rêveberiya Xweser re di destpêkê de jinan cihê xwe girtin. Di hevserokatiya komînê de be, li bajarekî be, di kantonan de be, li ku dibe bila bibe li her cihê jin xwe birêxistin dikin. Di êrîşên ku çêdibin de jin tên hedefgirtin. Ji ber ku dibînin ên îro pêşengiyê dikin jin in. Bangawaziya me ji hemû jinên cîhanê re ew e ku ger jin ne azad bin wê civak jî ne azad be. Em dibêjin wê jin bi ser bikevin bi azadiya xwe bi îradeya xwe bi dirûşma ku li Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emînî bilind bû ev dirûşme wê berdewam bike. Li her cihê ku azadî were, wê bi berxwedana jinan be.”

‘Em ê xwedî li Serokê xwe derkevin’

Her wiha Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Rebîa Qewas, bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di misogerkirina azadiya jinan de û wiha pê de çû: “Em weke jin xwedî li Serok derdikevin. Ji ber ku Serok Apo jinan anî vê astê. Şoreşa jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat avakirin.”

‘Heya ku Serok azad nebe em jin azad nabin

Rebîa Qewas herî dawî bang li jinan kir ku ji bo tecrîd bişkê li ser piyan bin û wiha bi dawî kir: “Heya ku Serok Apo azad nebe em jin azad nabin. Gere em jin xwedî li Serokê xwe derkevin, çi ji me were xwestin em ê bikin ji ber em jin pêşeng in. Ev konê me yê çalakiyê roja sêyem e berdewam dike. Em weke jin di bin konê çalakiyê de cihê xwe digrin da ku Rêberê me azad bibe. Em bang li jinên cîhanê bi giştî dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin, ji ber ku Rêber Apo azadiyê ji jinan re anî. Rêber Apo ne tenê azadiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze, azadiya hemû jinên cîhanê dixwaze.”

Minbic

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê bi beşdariya sedan xelkê başûr û rojavayê Minbicê meşek li dar xist. Di meşê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî hatin şermezarkirin û bang li tevahî gelên azad hat kirin ku azadiya gelan bi pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane, lewma divê têkoşîna ji bo wê mezin bikin.

 Endamên Meclisa Xeta Muhterêq, Meclisa Xeta Farat, endamên komînên her du meclisan, bi sedan şêniyên başûr û rojavayê Minbicê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn.

Meş li gundê El Ewseclî yê rojavayê bajêr dest pê kir û li pêşiya navenda tenduristiyê ya li bakurê gund rawestiya. Tê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin, hatin bilindkirin.

‘Rêber Abdullah Ocalan nûnerê vîna gelên bindest e’

Li pêşiya navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdo El Cemîlî axivî û got: “Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Di şexsê Rêbertî de gel tevahî hat hedefgirtin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnerê vîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn e. Dewletên kapîtalîst xwestin bi komployan wê ramanê têk bibin.”

Her wiha di çalakiyê de hat gotin: “Divê em çalakî û pêngavên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Heta azadî û demokrasî ji gelê me re pêk were, berxwedanê berdewam bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Dirbêsiyê

Ji bo piştgiriya hemleya cîhanî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî”, şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xist.

Girseya gel di çalakiya xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ser mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

Meşê ji Çerxerêya Şehîdan dest pê kir û li ber navenda Kongra Star a navçeyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Bajarokê Sêgirê Xalid Yûsif axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir. Xalid got: “Dijmin bi siyasetên xwe yên dijminane hewl dide ku gel ji xeta Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Lê gel di berxwedana xwe de girêdana xwe bi Rêbertî re îsbat kir.”

Xalid wiha domand: “Heta dawîanîna li tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Bedîe Erebo jî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT`yê li hember tecrîdê şermezar kir û got: “Em soz didin ku li gorî raman û felsefeya Rêberê xwe bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk tê.”

Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.