Jinên Kobanê: Li dijî êrîşên dagirkeriyê em ê canê xwe bikin mertal

Jinên ji kantona Kobanê helwest nîşanî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Warê mirov şeref û namûs e, em ê ji bo parastina axa xwe bedena xwe li pêşberî tang û topên dagirkeriyê bikin mertal.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Dewleta tirk bi salan e êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrîşên bi armanca dagirkeriyê tê meşandin de destkeftîyên jinan û pêkhateyên herêmê hedef digre. Jinên ji kantona Kobanê yên bertek nîşanî êrîşan dan anîn ziman ku bi wê berxwedanê bersiva êrîşan bidin.

‘Kobanê şerefa me ye em ê biparêzin’

Wehîde Osman wiha dibêje: “Dewleta tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û êrîşeke nû pêk bîne. Em ji hêzên xwe bawer in, ji ber vê em bi rengekî rehet di malên xwe de dijîn. Weke kesayet, tevî temenê xwe yê mezin, lingê xwe yê seqet, çavên min ên nabînin û guhên min ên nabhîsin, ez ê bi gopalê xwe li hemberî dewleta tirk bisekinim û nehêlim buhustek ji axa me dagir bike. Ez ê Erdogan bi gorî Kobanê û gelê wê bikim, heta hêza min jî têrê bike ez ê dest ji warê xwe bernedim. Dewleta tirk rêberê me girtiye her wiha li çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bênavber pêk tîne. Berxwedana Rêber Apo û şervanên me yên li her derê hev temam dikin, ev yek jî hêrsa dewleta tirk zêde dike. Kobanê namûs û şerefa me ye, ger bi zarok û jinan jî mabe dê nekeve nav destên tirkan. Me tama kevir û axa Kobanê ya dema em ji Bakurê Kurdistanê vegeriyan, hê jî ji bîr nekiriye. Ma em ê çawa careke din ji welatê xwe derbikevin.”

‘Em bêdeng namînin ’

Zelîxe Hesen jî hêrsa xwe ya li dijî êrîşan wiha bilêv kir: “Bi salan e dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşên xwe didomîne. Li rex êrîşên bejahî, em dibînin mîtên dewleta tirk ku xwe ji bo pereyan firotine, agahiyan li ser herêmê bi wan re parve dikin û bi balafirên bê mirov me bombebaran dike. Em weke jin li dijî şer, pevçûn, wêranî û koçberiyê ne lê dewleta tirk aramî û aştiya li herêmên me napejirîne û hewl dide hebûna me tune bike. Di vê rewşa heyî de, bêguman em bêdeng namînin. Dewleta tirk bi rengekî eşkere dixwaze şer dest pê bike, em jî weke gel û hêz ji bo pêvajoyên dijwartir amede ne. Bi taybetî jî weke jin em ê serê xwe ji bo dewleta tirk netewînin û ji bo parastina Kobanê amede ne ku canê xwe bikin mertal. Êdî dem hatiye ku em dest ji bêdengiyê berdin û hebûna xwe biparêzin. Parastina Kobanê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, mayîndekirina destkeftiyên gel û jinên Kurd e.”

‘Edî tehemila me li hember êrîşên dewleta tirk nema ye’

Zelîxe Hesen bi lêv kir ku ew êdî gefên dewleta tirk tehemul nakin û got: “Em êdî zordariya dewleta tirk napejirînin û enerjiya me ya tehemilkirinê nemaye. Ez niha bedena xwe bidim ber tang û topên dewleta tirk jî ez ne poşman im. Êdî bes e û divê em ji gefên dewleta tirk rizgar bibin. Bêguman hêviya min a herî mezin jî dîdara bi Rêber Apo re ye lewre valaderxistina êrîşên dewleta tirk tê wateya bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ger îro hêz û cesareta me li hemberî dewleta tirk têrker e, ev yek jî bi saya bîrdoziya Rêber Apo ye ku em ji bo hemû pêvajoyan amede kiriye.”

‘Welat ji zarokan şêrîntir e’

Îslim Mislim a 80’ê salî ya ji gundê Elîşarê yê Rojhilatê Kobanê ye wiha axivî: “Ez li Kobanê ji dayik bûm û min temenê xwe lê derbas kir, ji ber vê koçberiya ku me di 2014’an de dît gelek dijwar û xemgîn bû. Lewre sebra min nedihat. Bajarê ku me bi sedan keç û xortên xwe ji bo wê feda kir, em ê çawa ji dewleta tirk re bihêlin. Ji zarokan şêrîntir welatê mirov e, ji bo vê ev êrîşên rojane, bandorê li ser biryara me nakin. Vaye em her kes di mala xwe de ne, Erdogan pir dixwaze bila were û şer bike lê bi van rêbazên erzan ku dem bi dem herêmên me bombebaran dike, nikare me qir bike. Em niştecihên vê axê yên resen in, tu hêz jî nikare vê axê dagir bike û axa dapîr û bapîran ji dest me bigre.”