Jinên Kobanê: Hê jî êrîş û gefên li ser bajarê me didomin

Jinên ji bajarê Kobanê bi boneya salvegera 11’emîn a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê gotin ku berxwedan û ruhê seferberiya ji bo Kobanê bi ser ketiye lê êrîş û gef hê jî bi dawî nebûne.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Çeteyên DAIŞ’ê ku xwe dispêrin rêxistina El-Qayîde ya di 2004’an de xwe bi rêxistin kir, di 2013’an de fermî xwe weke dewleta Xîlafetê ya Iraq û Şamê ragihand; di 2014’an de dest bi hemleyên dagirkirina bajarên Iraq û Sûriyeyê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê di destpêkê de gelek deverên mezin weke Mûsil, Dêrezor, Tebqa, Reqa û Minbicê girtin ku bajarê Reqayê jî weke paytexeta xîlafetê ragihandin. Piştre çeteyan bi perspektîfên dewleta Tirk di 15’ê Îlona 2014’an de berê xwe dan bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji herêmên din cuda, çete li Kobanê rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê hatin. Şervanên YPJ/YPG û hinek hêzên din dikaribûn di 134 rojan de êrîşê bişkînin û berxwedana xwe di 26’ê Çileya 2015’an de bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di ser salvegera êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê re 11 sal derbas dibin, tevî serkeftinê jî heta niha şopên vê berxwedanê li Kobanê xwe didin der û bûyerên ku hatine jiyîn jî di bîra gelê wê de zindî ne.

‘11 sal derbas bûn lê hî xetera DAIŞ’ê û dewleta Tirk berdewam dike’

Silava Bozo bi van hestan pêvajoya şer bi bîr xist: “Pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê gelek dijwar bû. Bi taybetî jî koçberiya gel a ji bajar bandoreke mezin li ser me çêkir. Tevî hemû şert û mercên giran û êrîşên giran, berxwedana Kobanê bi ser ket ku me bi hêvî û bendewariyên nû Kobanê ava kir.”

Silava Bozo bi gotina “Dewleta Tirk berê çeteyên DAIŞ’ê da Kobanê” wiha bal kişand ser rola dewleta Tirk a di rêxistinkirina DAIŞ’ê de: “Tevî ku çete li Kobanê hatin tunekirin jî heta niha dewleta Tirk a ku berpirsê yekem ê êrîşên di Îlona 2014’an de ye, gef û êrîşên li ser Kobanê berdewam dike. Ji bo vê jî piştî 2015’an û heta niha em bi hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê re rûbirû ne.”

Silava Bozo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bîrdoziyeke xeter belav kirine û got: “Çete xwedî bîrdoziyeke cîhadîst a bi xeter in, encamên wê li Şengalê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dan der. Bi taybetî jî li hemberî jinan pir xirab bûn, em dizanin çi bi jinên Êzidî kirin. Lewre jî êrîşên dewleta Tirk bûn sedem ku heta niha jî DAIŞ li Sûriyeyê çalak be.”

 ‘Kobanê bû xaleke guherîner di çarenûsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de’

Nisrîn Yusif bi gotinên; “Di Kobanê de hemû plan hatin berovajîkirin” wiha domand: “Weke van rojan beriya 10 salan çeteyên DAIŞ’ê hemû hêza xwe ber bi Kobanê ve xistin dewrê da ku Kobanê were dorpêçkirin û bikaribin rehetî bigrin. Êrîşa li ser Kobanê bi taktîk û planên dewleta Tirk pêk hat. Ji bo vê jî çeteyan hêzeke mezin bikar anîn. Jixwe encama wê êrîşê tê zanîn, çete di erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin tunekirin û êrîş berovajî bûn.”

Nesrîn Yusif destnîşan kir ku bûyerên ji aliyên komên cîhadîst ve niha tên jiyîn, pêvajoya şerê Kobanê tîne bîra wan, girêdayî mijarê wiha berdewam kir: “Em niha di 2025’an de ne, gelek sal di ser vê bûyerê re derbas bûn lê dîsa jî dema em dibînin çalakiyên şaneyên DAIŞ’ê çêdibin yan jî çete rêxistinbûna xwe çalak dikin, careke din senaryoya şerê Kobanê tê bîra me. Bi taybetî jî bûyerên bi heman rêbaz û hişmendiyê ku niha li Sûriyeyê rûdidin.”

Nesrîn Yusif di dawiyê de bi gotinên: “Heta niha jî xetera çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, bi taybetî jî êrîşên hemdem ên dewleta Tirk vê xeterê mezintir dike” teqez kir ku ew ji bo parastina Kobanê û destkeftiyên wê her dem di seferberiyê de ne.

Ruhê berxwedana Kobanê bû bersiva bi dehan hewldanên dagirkirinê

Şêrîn Şêx Xidir a ku êrîşa DAIŞ’ê weke destpêka tunekirina rêxistina terorê nirxand wiha got: “Em roja 15’ê Îlonê ji pênaseya êrîşan zêdetir weke destpêka tunekirina rêxistina ku di tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê de metirsî ava kirbû, dinirxînin. Berxwedana 134 rojan a ku li bajarê Kobanê raber bû, ji DAIŞ’ê û hevkarên wî re rastiya girêdana bi welat û parastina axa xwe da nîşandan. Di heman demê de peyameke wisa da ku hewldanên tunekirina şoreşa me û dagirkirina axa me ne hêsan e.”

Şêrîn Şêx Xidir bal kişand ser berxwedana şervanan a li Kobanê bi gotina ku “têkoşîn û ruhekî cuda xwe li Kobanê da der” wiha berdewam kir: “Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê gelek cuda bû, ji bo Kobanê û gelê wê jî rewşeke nû bû. Çete perwerdekirî bûn û xwedî cebilxaneyeke pêşketî û giran bûn. Ji bo vê jî ruhê ku xwe li Kobanê da der, hevgirtina ku berz bû, asta berxwedanê ya ku gihîşt lûtkey;ê hemû hesabên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibûn kirin da guhertin. Li dijî hemû gef û êrîşên ku heta niha jî berdewam dikin, em dibînin ku hêzên parastinê heta niha jî bi ruhê serkeftina Kobanê bûne mertal.”