Çîrokekî ku îlhamê dide: Ji bo xwezayê li çareseriyan digere

Li Libyayê ruxmê lêkolînerên zanistê rastî zoriyan tên jî modela jinan a ku astengiyan derbas kiriye, ji civakê re xizmetê dike, parastina hawirdor û çandiniyê didomîne û çanda zanistî bi hêz dike derdikeve pêş.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî – Li Lîbyayê jinên lêkolîner, hem di qadên zanista xwezayê hem jî di xebatên cuda yên akademîk de, dema li qadê dixebitin du qat rastî zoriyan tên. Salime Ferec el- Akurî derbaskirina van astengiyan hilbijartiye. Lêkolîna ku li ser nabata bacanê reş ê biyanî ku gefê li zêdebûna biyolojîk û berhemên li Libyayê dixwe dike, cesareta ku kêm tê dîtin û biryardariya zanistî radixe berçavan.

Salîme Ferec el-Akurî hûrgiliyên serpêhatiya rêwîtiya xwe ku ji newal ber bi laboratuarên zanîngehê ve çûye, zoriyên ku rastî wan tê û destkeftiyên zanistî ku bi dest xistiye radigihîne; di heman demê de balê dikşîne ser hişyariya civakê û desteka ji bo lêkolînên zanistî.

Xebata wê ya li ser nebata herî xeter a dagirker

Salîme Feraz el- Akurî ku li zanîngeha Bîngaziyê, di qada zanista hawirdorê de lîsansa bilind dike, di teza xwe de mijarek girîng digre dest. Têkildarî mijarê wiha got: “Xebata min bal kişand ser nirxandina di têkoşîna bacanê reş ê biyanî de. Ev nebatek herî dagirker ku gihîştiye Lîbyayê. Heta îro ji bo tunekirina wê çareseriyek bi bandor nehatiye dîtin. Lê belê bi saya xebata min, ez gihîştim encama ku sûdê bide saziyên eleqedar, ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek mayînde bibîne.”

‘Bi awayekî lezgîn mezin dibe û belav dibe’

Salîme Feraz el- Akurî têkildarî hilbijartina mijarê wiha got: “Ev nebat yek ji nebatên herî bi zirar e û ji bo cotkaran gelek pirsgirêkan derdixe. Ziyana herî mezin ew e ku mezinbûna nebatên derdora xwe asteng dike. Bi vî awayî qadên mezin digre û bi awayekî bi lez mezin dibe û belav dibe. Tovê vê nebatê gelek bi zirar e. Ev tov, tovê genim û ceh tune dike û li cihên wan şîn dibe. Ev jî rê li ber kêmbûna tovan vedike. Ji bo cotkaran pirsgirêkek gelek mezin e. Di heman demê de ziyana wê li ser hawirdorê jî heye. Bandorek neyênî li cureyên biyolojîk dike. Cotkaran bi rêbazên cuda hewl dan tune bikin lê belê heta niha tu çareserî jê re nehatiye dîtin. Ji ber vê armanca bingehîn a xebata min, dîtina çareseriyek ku di pêşrojê de bibe parçeyek ji plana têkoşîna li dijî nebatên dagirker.”

‘Belavbûnê ji Avustralyayê destpê kir’

Salîme Feraz el- Akurî têkildarî belavbûna vê nebatê li Lîbya wiha got: “Belavbûna destpêkê ya vê nebatê di sala 1901’ê de li Avustralya bû. Piştre belavî hemû dinyayê bû. Li Libyayê ket nava xaka ku di çandiniyê de tê bikaranîn û heman. Ji ber tovê wan bi van berheman re tê. Ji ber leza belavbûnê zêde ye, di demek kin de li Libya û cîhanê belav bû. Pirsgirêk di kokan de ye. Kokên gelek nebatan seranser in lê belê koka vê gelek kûr dibe. Ji ber vê ji bo kokên ku em nikarin jêbikin, min rêbazên kîmyewî bi kar anî.”

Hûrgiliyên rêwîtiya lêkolînê

Salîme Feraz el- Akurî der barê hilbijartina nebatê ji bo mijara tezê de wiha got: “Sedema hilbijartina min a vê mijarê, pêşniyara mamostayeke zanîngehê bû. Bi balkişandina wê min xetera mijarê ferq kir. Dema ketim nava kûrehiya lêkolînê, pêwistiya xebitîna min a li ser vê mijarê ez îqna kirim. Pêşniyarên ku di encama xebata xwe de gihîştimê ez di wê hêviyê de me were dîqetkirin. Ev nebat di berhemên çandiniyê de dibe sedema windahiya ji sedî 75, ev jî ji bo cotkaran windahiyek mezin e. Di aliyê hawirdorê de jî bûye sedema nexweşiyan. Di heman demê de dema ajal dixwin, bi jehrê dikevin. Ev jî zêdebûna biyolojîk kêm dike. Mirov ji ber di ekosîstema hawirdor de dijî raste rast jê bandor dibin.”

‘Ji bo xebata xwe min du herêm hilbijart’

Salîme Feraz el- Akurî di xebatên xwe yên ku di du qadên cuda de hilbajart têkildarî sedema hilbijartina du herêmên cuda wiha got: “Newala El- Kattare û zanîngeha Tibê ya Ereb. Di newalê de nebat gihîştiye qonaxa xwe ya mezinbûnê, ya di zanîngehan de biçûk bû. Derfeta anîna ba hev a van nebatan û bandora dagirkeriyê pêk anî. Min di xebata xwe de du cure bi kar anîn, yek sîstematîk a din jî vebijêr. Ya sîstematîk hem biçûk e hem jî di nebatên mezin de bi bandor e, ya din jî kêmtir bi bandor e. Min herdu derman anîn ber hev û min tecrube kir lê belê encam di asta navîn de û ne bi bandor bû.”

‘Dikare bikeve nava plana neteweyî’

Salîme Feraz el- Akurî diyar kir ku encamên ku di teza de gihaye, dikar bingehê planê ava bike û wiha got: “Encamên min xwe dispêre mudaxeleya zû, têkoşîna di qonaxên zû yên nebatê de. Dikare di mijara ku cotkar çawa têbikoşin agahî bide. Ev nebatên dagirker ji bo hemû nebaten ne guncaw e, dibe ku ziyanê bide hinekan. Ji ber vê divê ev nebat hê mezin nebûbe û berhemên din nehatibin çandin bê bikaranîn. Di heman demê de divê têkoşîna mekanîk û têkoşîna kîmyewî bi hev re werin meşandin. Divê nebat ji kokê ve were jêkirin. Dema dubare şîn bibe belavbûna wê kêm dibe. Li Lîbyayê ji bo têkoşîna li dijî nebatên dagirker, planeke neteweyî nîn e, ji ber vê cureyên dagirker bi lez belav dibin. Xebata min lêkolîna yekeme. Ev di lîteraturên cîhanê de daneyên nû lê zêde dike. Ez dikarim biçim saziyên eleqedar ên Lîbyayê û encamên lêkolînên xwe pêşkêş bikim. Bi vî awayê wê sûda wê zêdetir bibe. Welatên din dema çareserî dîtin, encamên wê bi saziyên eleqedar re parve kirin û ji ber vê belavbûna wê di asteke zêde de asteng kir.”

Zorî û astengî

Salîme Feraz el- Akurî ceribandina xwe ya xebatên qadê wiha anî ziman: “Ji bo xebatên min pêwistî bi zorî û cesaretê hebû. Min ceribandin dema roj çû ava di newalek bêdeng de dikir. Yek di destpêka newalê de û yan din jî di dawî de min du qad hilbijart. Li her herêmê min 12 çarçove ava kir û çavdêriya nebatan kir. Di dozên hatîn pêşniyarkirin de min ên cuda bi kar anî, min ceribandin dubare kir, rastiya encamê piştrast kir. Di navbera 15 rojan de min sê caran derman kir. Ev jî tê wê wateyê ku di 24 çarçoveyan de di şertên zor de bi tena serê xwe derman kiriye. Ruxmê tirsê jî min karê xwe bi serkeftî temam kir.”

‘Ez rastî astengiyên gel hatim’

Salîme Feraz el- Akurî astengiyên ku rastî wan hatiye bi van gotinan anî ziman: “Zoriyên herî mezin ji gelên herêmê hat. Hinek jê li newalê ez bi sêhrbaziyê sûcdar kirim. Heta yekê jî li yekîneyên artêşê giliyê min kir. Her carê beriya ku dinya tarî bibe lez dikim ku xebata xwe temam bikin. Ez nizanim ez ê çi bikim. Li gel min kes tunebû. Xebata min mehek û nîv domiya û min sê caran derman kir, min encamên gelek baş bi dest xist.”

Salîme el-Akurî bi xemgînî wiha got: “Xebatên min xwe dispêrin nîşaneyên ku min li her çargoşeyek danîne. Êdî ez gihîştim dawiyê, tenê dermankirinek mabû. Lê belê di nava newalê de yek hat ew îşaretên ku min xistibû nava çargoşeyan jê kir û avêt. Hemû keda min vala çû. Li wir ez pir aciz bûm, min nizanibû ku çi bûye. Min got ku ez çi dikim û min girîngiya xebata xwe jê re got lê belê bi îsrar karê min sabote kirin.”

Salîme el-Akurî, da zanîn ku tekez divê civak were hişyarkirin û wiha bi dawî kir: “Hişyariya civakê, xebatê li qadê asan dike. Sûd dide ku mirov girîngiya karan fêr bibe. Em der barê van cureyên xebatan de ji hişyariyê bêpar in. Di vê mijarê de li gelemperî civakê hişyarî hewce ye.”