‘Ji Rojhilat û Îranê heya Tûnisê têkoşîna jinan sînor nasnake’
Cîhan mirina Jîna Amînî, jina ciwan a ku têla porê wê bû sembolek cîhanî, bi bîr tîne. Ev bûyera trajîk ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, lê li seranserê cîhanê bûye sembola têkoşîna azadî û rûmetê ya jinan.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tunus – 16’ê Îlona 2022’an rojek ji rêzê ye. Ew rojek tijî şîn û tarîtî û rojek serî rakirinê bû di dilê jinan de. Lê ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, lê li seranserê cîhanê. Mirovan dengê xwe yê hêrsê li ser mirina Jîna Amînî, jineke ciwan ku ji ber têlek porê xwe ji aliyê "polîsên exlaqî" ve hatibû kuştin, bilind kirin.
Jîna Emînî hat qetilkirin, lê dengê wê hîn jî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" olan dide. Ev dirûşme ji Îtalyayê heta Hindistanê, ji Iraqê heta Misrê li kolanan hat bihîstin, bû sembola hêza şoreşa jinan û xwesteka gel a ji bo azadiyê.
Cîhan xatir ji bedena Jina Emînî xwest, lê ruhê wê bi her jinekê re dijî ku azadî û wekheviyê dixwaze. Jîna Emînî bû sembolek cîhanî, li Parîsê hemwelatîbûna rûmetê wergirt û di çalakiyên cûrbecûr de hat xelatkirin. Ew bû sembola berxwedana jinan û têkoşîna li dijî zilmê.
Jin li hemberî zextan li ber xwe didin
Rejîma melayan li hemberî jinan bi ser neket. Girtina çalakvanên mîna Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, an jî darvekirinên neheq, nekarîn îradeya jinan bişkînin. Berevajî vê, hewldanên wan bi saya hevgirtina jinan ji çar aliyên cîhanê xurt bûn û piştgirî dîtin. Deng hatin bilindkirin; Jina Emînî û hemû jinên ku li hember zilmê li ber xwe dan bûn sembolên azadiyê.
Ev serhildana jinan tenê bi Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve sînordar nema. Ji welatên cûda jî piştgirî hat. Seroka Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Rêca El-Dahmanî bi boneya nêzbûna sêyemîn salvegera Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ji ajansa me re axivî.
‘Ferzkirinên li ser bedena jinê nayê qebûlkirin’
Rêca El-Dahmanî ya ku destpêkê Jîna Emînî bibîr anî, destnîşan kir ku di dema serhildanê de ew weke jinên Tûnisî li pêşiya Balozxaneya Îranê rêzeçalakiyan lidar xistine. Rêca El-Dahmanî got: “Tevgera jinan bi daxwaza azadî, wekhevî, rûmet û vînê ferzkirinên li ser bedena jinan qebûl nake û li dijî vê derdikeve. Azadiya bedenê xeta me ya sor e. Kesek nikare mudaxaleyê sergirtin an jî vekirina jinan bike. Ev tercîhekî ye. Îro li hemberî rewşa ku jinên Îranê rastî wê tên divê em di nav piştevaniyê de bin.”
Têkoşîna jinên Îranê didome
Rêca El-Dahmanî anî ziman ku bi rejîma melayê re civaka Îranê bêtir muxafazakar bûye û hewl dide zexta li ser jinan bidomîne. Rêca El-Dahmanî got ku ruxmê vê yekê jî berxwedana jinan, biryardariya parastina maf û hêzên wan nîşan dide.
Rêca El-Dahmanî bal kişand ser jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û got ku ew piştgiriyê dide têkoşîn û berxwedana wan. Rêca El-Dahmanî got ku jin li girtîgehan jî li hemberî pergala baviksalar têdikoşin.
Rêca El-Dahmanî destnîşan kir ku ew weke jinên Tûnisî bi jinên Rojhilat û Îranê re û bi serhildana wan re di nav piştevaniya bê dawî de ne û wiha bidawî kir: “Bi berxwedana xwe jin hewl didin azadiya xwe bidest bixin. Bi têkoşîna xwe ya aştiyane, ew azadî ewlehiyê heqa dikin. Azadî ji bo wan, ji bo hemu kesên bindest û ji bo hemû jinên cîhanê.”