Jinên Kerkukê: Herçendî zagon heye jî jin rastî tundîtûjiyê tên

Bi boneya 8’ê Adarê, hêjmarek jinên Kerkûkê kombûn û daxwaz kirin ku ji bo ew jinên ku rastî tundîtûjiyê hatin stargehek were vekirin.

Navenda Nûçeyan- Îro bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya têkoşîna jinê, hêjmarek  jinên Kerkûkê li ber avahiya rêveberiya civakî ya bajêr kombûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirin.

Daxuyaniya jinan ji aliyê Parêzer Aheng Newroz ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku roja 8’ê Adarê wek rojek taybet ji bo jinan hatiye diyarkirin, daku jin di vê rojê de dengê xwe bidin bihîstin û daxwaza mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser zagonên Iraqê yên ji bo parastina mafên jinan û wiha hat gotin: “Di bendên madeya 29 a zagona Iraqê de tê gotin ku malbat bingehê civakê ye û rê li hemû tundîtûjî  û destdirêjiyên di nava malbat û civakê de digre. Lê tevî van zagonan jî heta niha jin rastî tundîtûjî û astengiyan tên.”

Di daxuyaniya rêxistinên jinan de  daxwazên jinan wihane:

-Divê di zûtirîn dem de stargehek ji bo jinên ji tundîtûjiyê rizgarbûne re were çêkirin.

-Bi fermî tayînkirina jinên jêhatî di warê derûnî, yasayî, civakî, tendirûstî, rêveberî û ewlehiyê de.

-Veqetandina budceyek ji bo rêveberina staregeh di çarçoveya rolê dewlet û piştgirîkirinê de.

-Ji bi kesên ji tundîtûjiyê rizgarbûyan ji bo çaksazî û têkelbûna wan di nava civakê de xebat were meşandin.

-Rê bi rêxistinên civaka sivîl bidin ji bo piştgirîkirina stargeh û jinên ji tundîtûjiyê rizgar bûne.

-Divê parastina stargehên jinan û kesên di stargehan dene, were kirin.

-Divê di derxistina yasayên li dijî yundîtûjiya di nava malbatê de lez were kirin.