Jinên ji Şehba: Me nasnameya xwe bi Netewa Demokratîk nas kir

Jinên li her qadên jiyanê yên Şehbayê diyar kirin ku ew di çarçoveya rêgezên Netewa Demokratîk de nasnameya xwe ya rast nas dikin û destnîşan kirin ku li gel jinên ji çar aliyên cîhanê li dijî zîhniyeta baviksalarî li ber xwe didin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba - Jin bi hebûna xwe di qadên cuda yên jiyanê de pêşengiya guhertin û veguhertina civakî kirin. Li gel pêvajoya Şoreşa Rojava jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji siyasetê heta hunerê, ji aborî heta ekolojiyê di gelek qadan de cih girtin. Jinên Kantona Şehba ku ji ajansa me re axivîn, êrîşên li ser wan û xebatên xwe vegotin.

Endama Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa navçeya Fafînê ya Kantona Şahbayê Mecdûlîn Şêxo êş, astengî û têkoşîna jinên Şehbayê ji berê heta niha û têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta mêraniyê bi van gotinan nirxand: “Beriya Şoreşa Rojava kevneşopiyên civakî li Şehbayê serdest bûn û jinan di gelek qadan de nedikarîn mafên xwe bi dest bixin. Kantona Şehba jî di sala 2014’an de ji êrîşên dewleta Tirk ku rê li ber kontrolkirina herêmê ji çeteyan re vekir, bandorek neyînî lê kir. Gelek qedexe li ser jinan hatin ferzkirin û rê li wan hat girtin ku ji malê derkevin.”

'Jinan jiyana nû ava kirin'

Mecdûlîn Şêxo da zanîn ku Kantona Şehba di sala 2016’an de ji çeteyan hate rizgarkirin, Projeya Neteweya Demokratîk hate meşandin û got, “Di jiyana jinan de guhertinên mezin çêbûn. Rizgarkirina Şehba rê li ber beşdarbûna jinan li hemû qadan vekir. Dema jinan qedexeyên civakî şikandin, di komun û meclîsan de bi mêran re di şert û mercên wekhev de dest bi xebatê kirin. Jinan jiyana nû ava kirin, lê hê jî kesayetên xwedî hişmendiya mêr hene. Yên xwedî zîhniyeta zilamsalar a otorîter hewl didin jinan kontrol bikin û mafên wan binpê bikin. Em ê di perwerdeyên xwe de zîhniyeta baviksalarî ji holê rakin û guhertin û veguhertina civakî pêk bînin. Ji bo civakek azad û demokratîk em ê xebatên xwe bidomînin.”

'DAIŞ'ê mexdûriyeta jinan du qat zêde kir'

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasmîn Muslim diyar kir ku jinên Şehbayê ji ber zihniyeta serdest a mêr demeke dirêj rastî zehmetiyan hatin û got, "Zextên di serdema DAIŞ'ê de hatin kirin. herêmê kontrol kir mexdûriyeta jinan du qat kir. Dema ku ez cara ewil tevlî Komîteya Jinan bûm, ji ber astengiyên civakî gelek zehmetiyên min kişandin. Xelkê bajêr ji min re digotin ku jin kar bike şerm e û nexebite, lê min riya xwe domand. Min ji malbata xwe jî piştgirî girt."

'Jin beşdarî pêvajoyên biryargirtinê dibin'

Yasmîn Muslim anî ziman ku dema beşdarî xebatên perwerdeyê bû di fikir û kesayeta wê de guhertinên girîng çêbûn û wiha got: “Dema ku min rola jinê nas kir, di kesayeta min de guhertinên erênî çêbûn. Ez weke jinekê fêrî mafên xwe bûm û rastiya xwe ya dîrokî ya bi salan ji me veşartibû haydar bûm. Me bi konferans, nîqaş û serdana yek bi yek mafên wan ji malbat û jinan re vegot. Niha jin li Şehbayê li hemû qadan rola xwe dilîzin û di rêveberî û biryardayîna bajêr de cih digirin.”

'Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Endama Komîteya Erka Xweparastinê ya Meclisa Navçeya Fafînê ya Kantona Şehba Cemîle Hisên jî wiha got: "Jinên Şehbayê felsefeya jiyana Rêber Abdullah Ocalan nas kirin. Jin bi beşdarbûna perwerdehiyê fêr bûn ku ew bi rastî kî ne, kifş kirin ku çi dikarin bikin. Di guhertin û veguhertina civakî de jinan rolên girîng lîstin. Her ku jin bi pêş ket ji bo bidestxistina mafên xwe yên bi salan ji wan hatin dizîn têkoşiyan. Di çarçoveya rêgezên neteweya demokratîk de nasnameya me ya rastîn nas kirin. Mafê me ye ku em di her qadê de beşdar bibin û di hemû sazî û navendan de bixebitin û ji ber vê yekê jî ev yek bûye yek ji erkên me. Em li kêleka hemû jinên cîhanê ne û li dijî zîhniyeta baviksalarî ya ku hewl dide me tine bike, em li cem hemû jinên cîhanê berxwedana xwe didomînin.”