Jinên Helebce: Divê ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hikumet bi erka xwe rabe

Jinên Helebce bi daxuyaniyekê kampnaya 16 rojî a pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jinê ragihand. Jinan diyarkirin ku divê jin li dijî tundîtûjiyê xwe rêxistin bikin û daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirin.

Helebce – Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê û Rêxistina Jinan di destpêka kampanya 16 rojî ya Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jinan ya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyaniyek dan. Jinan li dijî tundiyê bal kişandin li ser girîngiya xwe birêxistinkirina jinan û anîn ziman ku divê hikumet li dijî tundiyê bi erka xwe rabe.

 ‘Wê jin li dijî tundiyê bêdeng nebin’

Daxuyanî ji aliyê Berbirsa Çengê Şarezûr ê Yekitiya Jinên Kurdistanê Şara Ebdulkerîm ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Ji bilî kevneşopiyan, faktorên siyasî, aborî, civakî û xwezayî jî sedemên zêdebûna tundî û her cure zordariyê ye. 25’ê Mijdarê îsal kete demek wisa ku li seranserê cîhanê şer û pevçûn heye, bi taybet Kurdistan rastî gelek komkujî, qeyran û nedadperweriyê hatiye. Lê li aliyê din bertek û helwestek bi hêz li beramberî rêgirîkirina tundiyê heye ku ew jî cihê keyfxweşiyê ye jin li dijî tundiyê bêdeng namînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro şoreşa jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd bûye pratîka şoreşa cîhanê û îsbat kiriye ku jin hêza ku dikare guhertinên radîkal di cîhana îro de ji bo pêşerojeke baştir pêk bîne ye û ber bi cîhanek ku hêviyên wan pêk tîne ve gav bavêje.

Daxwazên jinên Helebce ku pêşkêşî hikumetê kirin wiha ye:

“*Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina tundiyê bi rêya pêkanîna yasayê kar bike û tombetbarên beramberî jinan li gorî yasayê ceza bike.

*Div rêveberiya tundûtûjiyê li Helebceyê were vekirin û stargehek ji bo jinên bêmal ên di bin gefa kuştinê de ne were vekirin.

*Ji bo gihiştina azadî û mafên xwe tevî hemû astengiyên siyasî, civakî û xwezayî dev jê bernedin.

*Hewldana ji bo aştiya albatê û hişyarî kirina civakê.”