Jinên Ereb yê Şengalê tevlî pêngava azadiyê bûn

Îro Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngava azadiyê. Jinan dan diyar kirin ku ew pêngavê silav dikin û hemû erkên li ser milê xwe bi tekoşînekî mezin dê pêk bînin.

Şengal-Meclisa jinên Ereb ya Şengalê li gundê Bîrcarî yê Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Şengalê Re Xweserî’ eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb Xedîce Mihemed ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye

Em bi navê meclîsa jinên Ereb a li Şengalê, pêngava di bin dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Şengalê Re Xweserî’ silav dikin.

Rêber Abdullah Ocelan 25 sale, bi komployekî navnetewî li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dîjî tevahî jinan û gelên Rojhilata Navîn bû. Li dijî hemû pêkhate, bawerî, çand û nirxên mirovahiyê bû. Li dijî vê Komploya navnetewî Rêber Apo berxwedaniyekî dîrokî pêşxist û bi tekoşîna azadiyê bersiv da komplogeran. Bi pêşxistina paradîgma Netewa Demokratîk û Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî komplo vala derxist. Di roja îro de ev berxwedaniya Rêber Apo gerdûnî bûye. Tevahî jinên tekoşer û mirovahiya azadîxwez li dora vê berxwedanê kom bûye û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike.

‘Em azadiya xwe di fikre Rêber Apo de dibinin’

Di daxwiyanê de jinan diyar kirin ku bi bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wan tama azadiyê girtiye û wiha hate gotin: Em weke jinên Ereb ên li Şengalê dixwazin bibin parçeyek ji vê berxwedana dîrokî. Ji ber ku me jî bi naskirina fikra Rêber Apo, tekoşîna wî ya ji bo azadiya jinan tama azadiyê girt. Em azadiya xwe, azadiya tevahî civakan di vê fikrê de dibînin.

Li ser vê esasî em jî weke meclîsa jinên Ereb ên li Şengalê dixwazin di vê pêngavê de cihê xwe bigrin. Weke jinên Ereb û jinên Êzidî bi hevre, li ser esasê avakirina jiyaneke hevbeş, azad û wekhev em ê tekoşîna xwe mezin bikin. Bi hemû hêza xwe ya rêxistinî di asta pêşengiyê de em ê cihê xwe di vê pêngavê de bigrin.

‘Herkes bi rihê seferberiyê tevlî pêngavê bibe’

Bi vê bîr û baweriyê em bang li tevahî jinên xwediyê lêgerîna azadiyê ne dikin, bi taybetî bang li hemû jinên Ereb û jinên Êzidî dikin bi rihê seferberî beşdarî vê pêngavê bibin. Em ê bi baweriya serkeftina vê pêngavê beşdarî tevahî çalakiyên werin li darxistin bibin û em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, azadiya jinê azadiya tevahî civakê ye.

Daxwiyanî bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

‘Rêber Ocalan di dilê hezaran kesî de ye’

Endama Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê Fedla Ibrahîm Xelef yek ji kesên ku beşdarî daxwiyaniyê bû wiha got: “Em îro bi riya daxuyaniyekê beşdarî nava pêngavê bûn. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Dibe ku ew weke fîzîkî ne di nav me de be, lê belê di nava dilê hemû netewan de dijî. Em bang dikin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan û em dibêjin ev fikrê ku îro em li ser jiyan dikin, fikrê Rêbertiya me ye. ev 25 sal in rêbertiya me di nava zindanê de girtiye, em dibêjin êdî bese dema azadiyê hatiye.”

‘Xelaskerê bindestan Rêber Ocelan ne’

Endama Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê Xedîce Mixlif jî da diyar kirin ku ew êdî zilma ku li Imraliyê tê jiyan kirin qebûl nakin û wiha got: “Em îro hatine daxuyanî ji bo azadiya Rêbertî didin. Pêwîste em tekoşîn bikin heta şikandina dîwarên zindanê. Rêbertî fikir û zanist da me û em hişyar kirin û ji koletiyê xilas kir. Pêwîste em jî dawî wê zilmê bînin û ji wê zindanê derbixînin. Piştî naskirina fikrê Rêbertî êdî em bûn xwedî bawerî û axaftin û jiyanê. Tişta ku Rêbertiya me kir, alîkariya feqîr, sêwî, hejar û bê kesan bû. Em dizanin ger ne ji Rêbertî baya em venedigeriyan Şengalê, emê heta niha li Sûriyê penaber bi mana. Em zilma li ser Serok qebûl nakin”