Di çalakiya nobetê de tekoşer Berîtan Hêvî hat bibîranîn

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi koma 20’emîn didome û herwiha tekoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tirmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 20’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 19’emîn Huseyîn Kara axivî.

Huseyîn Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên pir giran têne meşandin û got: “Dewleta faşîst a Tirk, Rêbertiya me ji hemu mafên girtiyan bêpar dihêle, hiqûqa xwe ya dewletê û hiqûqa navneteweyî jî binpê dike û nas nake. Mafên mirov û girtiyan nasnake. Li ser Rêbertiya me pergalek cuda û taybet tê meşandin. Em dizanin Rêbertiya me îradeya me ye û ji bo Kurdan gelek tişt afirandiye. Aliyê siyasî, leşkerî û civakî de pêşketinên pir mezin afirandiye. Herwiha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn Rêber APO riya çareserî bi paradîgmaya xwe nîşan kiriye. Me fêrî jiyanek azad û wekhev kiriye. Ji bo wê em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Rêbertiya me ji bo me ewqas fedekarî kiriye, ji bo wê em jî wek gelê Kurd divê beriya herkesê li beramberî Rêbertiya xwe erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin.”

Piştî merasîma dewrgirtinê di pêşengtiya Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê şêniyên wargehê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de bi sînevîzyonekê bibîranîn. Beriya merasîma bîranînê di şehsê Bêrîtan Hêvî de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Qada Perwerdê Hêlîn Kara axivî.

‘Qalibên ku desthilatdariyê di mejiyê civakê de avakirî hat têkbirin’

Hêlîn Kara diyar kir ku xeta Bêrîtan li ser asasê têkoşîna azadiya jin bû û got: “Şehadeta heval Bêrîtan bi xwe re pêngavek nû ya têkoşîna jinê anî. Ev jî bi xwe re di aliyê zîhniyeta ku digot, ‘jin nikare şer bike, hêza wê nîne, hêza wê ya fîzîkî lewaze’ û qalibên ku desthilatdariyê di mejiyê civakê de çandî ji aliyê Rêbertî ve ev pêvajo hat parçe kirin. Li ser vî esasî têkoşîna azadiya jin ya hatî destpêkirin, xwe gihand pêvajoyek nû û bi vê re jî têkoşîna ku heyî li ser esasê artêşbûnê mezin bû û îro li gelek cîhê belav bûye.”

‘Bêrîtan Hêvî hizrandinek nû ku li ser têkoşîna azadiya jin da çêkirin’

Hêlîn Kara di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna cangorî Bêrîtan xeta îxanetê hat mehkûm kirin û wiha got: “Şehadeta heval Bêrîtan, hizrandinek nû ku li ser têkoşîna azadiya jin da çêkirin û bi vê re jî artêşbûna jin hat avakirin. Li ser vê esasî em dikarin bêjin şehadeta heval Bêrîtan xeta îxanetê mehkum kir. Îro em dibînin jin xwe îspatkiriye ku dikare şer bike, bifikire û rihê xwe yê rast derxe holê û li ser vî esasî têkoşîna jiyaneke rast bimeşîne.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana Bêrîtan Hêvî  hatibû amadekirin, hat temaşekirin.