Gundên herî kevn ên herêma Cizîrê di bin êrîşan de ne

Hekûma Hesen a ji gundê Sikir El-Ihêmir ku gundê herî kevin ê serdema neolîtîkê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li ser cihên dîrokî bên şermezar kir û anî ziman ku ew li dijî êrişan li berxwe didin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li gorî lêkolînên hatine kirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî hezar şûnwarên dîrokî hene. Zêdetirî 55 gund û cihên dîrokî li navçeya Til Temir, gundewarên wê û li Çiyayê Kizwanan ê ku dikeve Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Sikir El-Ihêmir yek ji gundên herî kevn e ku dîroka wê vedigere serdema neolîtîk. Heyeta Japonî ya berê hatibû gund li girê gund lêkolîn kir û ev rastî eşkere kir. Gundê Sikir El-Ihêmir li rastî çemê Xabûrê ye û 7 km dikeve rojavayê navçeya Til Temirê. Ev gundê dîrokî li şûna ku bê parastin, ev zêdeyî 4 sal in rastî êrîşên dewleta Tirk tê. Hekûma Hesen ku ev demeke dirêj e li gund dijî, derbarê girîngiya gund û êrîşên çêdibin de axivî.

‘Gund bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye’

Hekûma Hesen a ku li nêzî girê Sikir El-Ihêmir dijî, dest bi axaftinê kir û got: “Em niha li nêzî gir in û cihê ku em lê dijîn xeter e, ji ber ku li hemberî wê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Ev gir rastî Çemê Xabûrê, di navbera Serêkaniyê û Hesekê de ye. Gund li ser sînor e, lê ev girîng e ji ber ku gund 8 hezar sal beriya zayînê hatiye avakirin. Ev rastî ji aliyê mîsyona Japonî ya ku li ser gir lêkolîn dikir ve hat dîtin. Lê gund bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye. Ji ber guherîna avhewayê û qutbûna ava çemê Xabûrê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şiklê gir û ziraviyên wê jî guherî.”

‘Girê Sikir El-Ihêmir çembera veguhestina dîroka kevnar ji bo nifşên nû ye’

Hekûma Hesen diyar kir ku girê Sikir El-Ihêmir cihê ku gelek geştiyar û rêwî lê digerin e û wiha dewam kir: “Ji ber ku girekî dîrokî ye, ji bilî mîsyonên Japonyayê bûye cihê gelek geştyar û rêwiyan. Ji ber girîngiya vî girî, di van salên dawî de kolana goran û veşartina miriyan hat qedexekirin. Parastina vî girî pir girîng e ku nifşên nû û zarokên me tenê bi rêya van wê me û dîroka me nas bikin. Ev gir wesîleya naskirina nifşên nû ji yê berê re ye. Ji ber vê yekê li şûna ku were xirakirin û hedefgirtin, divê were parastin.”

‘Parçeyek girîng a dîroka me jinane’

Hekûma Hesen bal kişand ser girîngiya gir ji bo jinan û wiha got: “Divê em cihên wiha nas bikin da ku zarokên me hînî dîroka rast a ku me ji bav û kalên xwe wergirtiye. Em wek jinên gund vî girî wek parçeyek girîng a dîroka xwe dibînin. Em dixwazin cihên binirx biparêzin û ji dîrokê re bihêlin.”

‘Gir û baregehên leşkerî beramberî hevin’

Hekûma Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nikarin ji ber baregehên dewleta Tirk yên beramberî gir, li dora gir bigerin û ji were pênase bikin. Bi rastî jî me xwest ziraviyên heyî bi were parve bikin, lê hedefgirtina dewleta Tirk ji mere dibe asteng. Raste, em li dijî êrîşan li ber xwe didin, lê divê dewleta Tirk vegere cihê ku lê hatiye û ji axa me ya dagirkirî derkeve, ji ber ku em û Serêkaniyê yek in.”