Jinên Efrînê bertek nîşanî êrîşa nijadperestan a li Leuvenê dan

Jinên Efrînê bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya piştî pîrozbahiya Newrozê li bajarê Leuvenê li dijî Kurdan pêk hat dan, bang li dewletên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Leuven ê Belçîkayê, li dijî Kurdên ku bi rengê konvoyê ji bajarokê Heûsden-Zolderê derbas dibûn, êrîş pêk hat. Nijadperestên ku hewl dan nêzî 40 kesên ku xwe di malekê de girtin bişewitînin, al û sembolên Kurd şewitandin. Di vîdeoyek ku li ser medyaya dîjîtal belav bû de, tê dîtin ku nijadperestên êrîşê Kurdan dikin, bi sembola bozkurt û bi dirûşmên “Allah û Ekber” zirar didin gelek wesayîdan. Piştî bihîstina êrîşê, di demeke pir kurt de Kurdên li Hollanda, Belçîka, bajarê Leuven û herêmên derdorê, ketin nava liv û tevgerê. Li bajarên din ên Ewropayê jî bi daxwaza girtin û hesabpirsîna êrîşkaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Jinên Efrînî yên ji bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cih û warên xwe bûne, bertekên xwe der barê êrîşê de anîn ziman.

'Divê çalakiyên protestoyî bidomin’

Silvana Hassan, sekna xurt û bi biryar a gelê Kurd a piştî êrîşan silav kir û wiha axivî: “Em piştgiriya ciwanên Kurd a ji bo malbatên rastî êrîşan hatine, teqdîr dikin. Li dijî êrîşa ku pêk hat bêdeng neman û berteka pêwîst nîşan dan. Em dixwazin Kurd û hemû welatên Ewropayê çalakiyên xwe yên protestoyî bidomînin. Mirovên rastî êrîşê hatin, ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan. Li qada Newrozê daxwaza mafên xwe, aştî û jiyana bi ewle kirin. Divê hemû kes bi daxwaza hesabpirsîna kiryarên sivîlan hedef digrin rabin ser piyan.”

'Divê kiryar bên eşkerekirin û derkevin pêşberî darazê’

Hanifa Ahmed jî bal kişand li ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û wiha got: “Êrîşa nijadperest ê hat pêkanîn, nîşanê ya tirsa wan a ji têkoşîna gelê Kurd. Em ev êrîşa dij mirovahiyê şermezar dikin. Eşkerekirin û darizandina kiryaran, berpirsyariya hikûmeta Belçîkayê ye. Ev bûyer ne hêsan e û nayê paşguhkirin. Ev bûyer li ser axên dewletek ku îdiaya demokrasî û mirovahiyê dike sûcek mezin e."

'Em bêdengiya civaka navneteweyî şermezar dikin'

Tulîn Raşîd jî diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên îmha û înkarê dimeşîne û wiha axivî: “Em li Efrînê bûn şahidên polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd. Em bêdengî û xemsariya civaka navneteweyî şermezar dikin. Dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê dike û heta Ewropayê li dijî gelê Kurd sûcan pêk tîne. Dewletên navneteweyî, rê li ber pêkanîna qetlîamên dewleta Tirk vedikin.”