Jinên ciwan li kampa Jineolojiyê ya Şehîd Delal Şoreş li hev civiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan, li Silêmaniyê kampa Şehîd Delal Şoreş Jineolojî li dar xist. Li kampê ji bilî semîner û atolyeyan jinan, çalakiyên hunerî û çandî jî pêkanîn.

Silêmanî- Li bajara Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate destpêkirin de, Kampa Şehîd Delal Şoreş Jineolojiyê ya Jinên Ciwan pêkanîn.

Di kampa ku ji tenduristiyê bigre heta xweparastinê, ji anatomiya jinê bigre heta werzîşê di qadên cuda de semîner û atolye hatin lidarxistin de, jinên ciwan bi pêşandana sînevîzyon û reqsê jî kêliyên xweş derbas kirin.

Bernameya kampê wiha ye;

• Semîner; Jin kî ye? Wate û girîngiya jîneolojiyê ji bo jinên ciwan çi ye?

• 2 komxebat; Pirsgirêkên jinên ciwan ên Başûr û divê têkoşîna li dijî baviksalariyê çawa be? Komxebata duyemîn li ser xwebûn, etîk û estetîk.

• Teknîkên xweparastinê û çalakiyên werzîşê

• Semînerên anatomî û tenduristiya jinê

• Pêşandana fîlm û sînevîzyonê

• Reqsa Zumba

• Pêşbirka zanînê