Jinên ciwan ên Şengalê: Têkoşîna Sarayan têkoşîna me ye

Jinên ciwan yên Şengalê bi daxuyaniyekî her du komkujiyên Parîsê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li ser şopa bi hezaran jinan bin û tu car dev ji tekoşîna azadiyê wê bernedin.

Şengal – Duh Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi daxuyaniyekî her du komkujiyên Parîsê ango komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 24’ê Kanuna 2022’an pêk hat û di encama van komkujiyan de Sakîne Cansiz, Evîn Goyî û rêhevalên wan jiayan xwe ji dest dabûn, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku weke jinên ciwan ew ê di riya pêşengên jin de, tekoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Daxuyanî li navenda Yekîtiya Jinên Ciwan Ya Şengalê ji aliyê Endama Jinên Ciwan Naciya Xelef ve hate dayîn.

Di destpêkê daxuyaniyê de hemû şehîdên komkujiya Parîsê hatin bi bîr anîn û hat gotin: “Meha 12 weke meha komkujiyên reş di dîroka me de cihê xwe girtiye. Li şûna ku ji bo komkujiya Roboskî hesab bê xwestin ku di encamê wê de bi dehan sivîl şehîd bû, dewlet nizîkatiyekî wiha raber dikin weke ku tu tişt nehatiye jiyan kirin. Heman zihniyet jî her roj li ser civaka me û gelê Kurd komkujî zêde dike. Herî dawî jî li Parîsê 3 pêşengên gelê Kurd hatin qetilkirin.”

Fransa ji komkujiyê berpirsiyar e

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Fransa ji vê komkujiyê bê par nîne û wiha hate bilêv kirin: “Zihniyeta AKP, MHP bi heman zihniyeta xwe ya faşîst û dij azadiya gelan li Parîsê êrîşê 3 pêşengên civaka Kurd ku di parastina çand û azadiya gelê xwe têdikoşin, kirin. Li cihekî weke Parîsê ku mêş bê agahiya delwetê nikare bifre, komkujiyekî bi vê awayî ru dide! Lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistanê hemû dewletan çavên xwe digrin û destura êrîşan didin.”

‘Têkoşîna Sara têkoşîna me hemuyan e’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên Êzidî hate kirin ku bi erkên xwe û berpirisyartiya xwe de rabin û wiha daxuyaniyê bi dawî bû: “Berê 10 salan bi heman şêwazê êrîş li 3 pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurd pêk haitbû. Lê heya niha hikumeta Feransa li pey wê komkujiyê neçû û cardin çavên xwe ji bûyerê re girtin. Lê bila her kes bizanibe ku gelê Kurd û dostên wî li kolanan bê navber wê di serhildanan de bin heya ku hesab ji kujeran bê xwestin. Riya ku  heval Sara tê de tekoşîn kiriye û zihniyeta ku li hember wê berxwedaye, riya me hemû jina ye. Lewma em bang li hemû jinên Êzidî dikin ku berpirisyartiya xwe li hember dîrokê pêk bînin.”