Jinên bi pêşengiya TJA'yê daketin qadan: Em ê jiyanê biparêzin

Jinên ku bi pêşengiya TJA'yê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek parêzgeh û navçeyan daketin qadan, peyam dan ku ew ê li dijî desthilatdariya ku mirinê ferz dike li her qadê pêşengiya parastina jiyanê bikin.

Navenda Nûçeyan- Jin Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  bi pêşengiya TJA’yê li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Agirî, Colemêrg, Mûş û Êlihê bi şîara "Dem dema Jin Jiyan Azadîyê ye" daketin qadan.

Meşa ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Mêrdînê/TJA’yê li Parka Karayollari bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiyê ve destûr nehat dayîn. Di nav wan de Berdevka HDP’ê Ebru Guney û Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî jin li ber avahiya qeymeqamtiyê ya HDP’ê kom bûn. Jinên ku rê li ber avahiya parêzgehê ji trafîkê re girtin, gelek caran dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", " Bijî berxwedana zindana" berz kirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hilgirtin.

Piştre li ser navê TJA'yê Ayşe Bozan daxuyanî xwend û diyar kir ku jinên rêxistinbûyî yên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropa û cîhanê piştî erdhejên 6'ê Sibatê hatin cem hev û got ku ew bi ruhê seferberiyê tevdigerin.  Ayşe Bozan, destnîşan kir ku ew dixwazin bi polîtîkayên dewletê pêşî li têkoşîna jinan bigirin û got ku dixwazin gelên li herêmên erdhejê dijîn bên koçberkirin. Ayşe Bozan, di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi têkoşîna jinan dawî li polîtîkayên hikûmetê bînin û ew ê têkoşîna jinan berfireh bikin.

Ebru Gunay: Jin bi hevgirtinê li ser piyan e

Piştî daxuyaniyê Berdevka HDP’ê Ebru Gunay axivî û diyar kir ku wan 8’ê Adarê di bin siya felaketa erdhejê de pêşwazî kirine û got, “Erdhej bû sedema felaketeke mezin. Lê careke din nîşan da ku ev civak û jin di nava hevgirtinê de ne. Civak û jin bi hevgirtina jinan û têkoşîna jinê birînên xwe girêdidin û birînên xwe derman dikin.” Ebru Gunay, anî ziman ku li cihê ku bi rojan kavil lê hebûn dewlet, Kizilay û AFAD'ê tune bû û destnîşan kir ku mirov di bin xirbeyan de jî bi sermayê terkî mirinê hatkirin.

Ebru Gunay destnîşan kir ku hevgirtina jinan sînoran nas nake, ne erdhej û ne jî felaketan nas nake û wiha got: “Em ji kêliya yekem a erdhejê ve li qadan bûn û me bi kamyonên xwe yên binefşî pêdiviyên her yek ji hevalên xwe yên jin ên li herêma erdhejê dijîn bi cih anîn.  Em bi her yek ji hevalên xwe yên jin re li hevgirinê dikin û em vê yekê berdewam dikin.

Ebru Gunay, qetilkirina Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel bi bîr xist û wiha gotinê xwe domand:"Têkoşîna Jinê, lêgerîna heqîqetê ya Nagihan Akarsel me rêberî kir û berdewam dike."  Ebru Gunay diyar kir ku ew ê bi berxwedan, têkoşîn û hevgirtinê siberoja jinên azad biafirînin û wiha dewam kir: “Em dizanin ku dema azadiya jinê ye. Dem dema Jin, Jiyan, Azadî ye. Bi vê felsefeyê îro 8’ê Adarê ji bo me destpêkek e. Weke jinên TJA û HDP'ê em ê li her cihê ku dengê me bibihîse û bêhna me bigihîje, em ê bêjin Jin, Jiyan Azadî û li dijî tundiya dewleta mêr têbikoşin."

Li Silopiyayê Jinan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ meşiyan.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi tevlîbûna gelek jinan meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji Taxa Cûdî destpê kir heta ber avahiya HDP'ê ya navçeyê dewam kir. Di meşê de pankarta “Dem dema Jin Jiyan Azadiyê ye” hate vekirin û wêneyên Nagihan Akarsel, Evîn Goyî, Denîz Poyraz, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî 8'ê Adarê" hatin berzkirin.

Nuran Imir: Êş û daxwazên jinan yek in

Piştî meşê deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got, "Em jinên li her çar parçeyan li dijî zilm û zordariyê li ber xwe didin, silav dikin û 8'ê Adarê pîroz dikin." Nûran Îmîr wiha gotinê xwe berdevam kir “Îro ne tenê li welatê me, li hemû cîhanê êrîşên li dijî jinan tên dîtin. Jinên Ereb, Tirk û Arjantînî jî weke jinên Kurd êşê dikişînin."

Nûran Îmîr anî ziman ku êrîşên li dijî jinan her carê li têkoşîna jinan dixin û wiha got: “Bi dijminatî êrîş dikin. Îro jî li girtîgehan, li kolanan û li meclîsê dixwazin dengê jinan qut bikin. Dixwazin jinên kole biafirînin. Lê em teslîm nabin. Îro desthilatdariya kesên ku têkoşîna me dikin hedef tê hejandin. Em li her qadê li dijî tecrîd, zext û tinekirina xwezayê têdikoşin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' têkoşîna jinan mezin dibe. Em ê ne tenê di 8’ê Adarê de her roj li qadan bin. Ti kes nikare li dijî têkoşîna me bisekine.”

Jin li Wanê meşiyan

Jinên ku bi pêşengiya TJA ya Wanê li Kolana Mereşê hatin cem hev, bi pankartên "Jin Jiyan Azadî" û "Dem dema jin jiyan azadî ye" ji Çerxa Samovarê ber bi Parka Mustafa Altay ve meşiyan. Aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, saziyên jinan ên li bajêr û gelek jin beşdarî meşa bûn û diruşma "Jin natirsin hesap dipirsin", "Bijî berxwedana jinan", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin. Jiyan azadi" berzkirin.

Nehiştin wêneyên Garîbe Gezer bên rakirin

Di meşê de posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, ên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin û posterên Jina Emînî, Nagîhan Akarsel û Denîz Poyraz hilgirtin. Beriya meşê polîsan destûr neda ku pankarta Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin bê hilgirtin. Piştî meşa ku li Parka Mustafa Altay bi dawî bû, aktîvîsta TJA'yê Zeynep Kaya metna daxuyaniyê xwend.

'Em ê destûrê nedin hikûmet erdhejê veguhere firsendê'

Zeynep Kaya da zanîn ku wan 8'ê Adarê li her qadên jiyanê layiqî rastiya wê ya dîrokî pêşwazî kirine û berpirsyarê sereke yê rûxandina erdhejên ku navenda wê Mereşê li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê pêk anîn, hikûmet e û wiha axîvî: “Divê baş were zanîn ku em bi baweriya me ya bi xwerêveberiya civakê, xwerêveberî û hêza herêmî Me nehişt û emê nehêlin ku ev hikûmeta gemar û zexel erdhejê bike firsend û amûreke wêrankirina civakî.”

Banga li dijî şer û dagirkeriyê

Zeynep Kaya, anî ziman ku mezinahiya rûxandina erdhejê ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê pêk hatiye û got, “Bi wesîleya 8’ê Adarê careke din em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û saziyên navneteweyî dikin ku ji vî şerî re bêjin raweste. Her wiha em dizanin ku hemû êrîşên li ser Rojava êrîşa li dijî şoreşa jinê ye û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şer û dagirkeriyê têbikoşin.” 

'Felsefeya Jin jiyan azadî ji hemû jinên cîhanê re bû hêvî '

Zeynep Kaya çalakiya "Jin Jiyan Azadî" ya ku li Rojhilatê Kurdistanê  dest pê kir bi bîr xist û got:"Felsefeya 'Jin-Jiyan-Azadî' ya ku jinên Kurd li dijî pergala qirker a serdest mêr ku jina Kurd Jîna Emîn qetil kir, Ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de bûye hêviya herî mezin a hemû gel û jinên cîhanê.” 

Kaya, anî ziman ku hikûmet hewl dide TJA'yê bê hiqûqî bike û ji ber vê yekê bi sedan jin di girtîgehan de ne û wiha got: "Bi wesîleya 8'ê Adarê careke din bi taybetî girtiyên nexweş; Em soz didin ku heta hemû jinên berxwedêr, ku bi polîtîkayên dijminane di girtîgehan de tên ragirtin û tevî her cure bêhiqûqiyê berxwedanê dimeşînin,heya ku em wan ji wir derdixînin em ê têbikoşin." 

Jinên Bazîdê gotin 'Hikûmet îstifa'

Li navçeya Bazîd a Agiriyê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi tevlîbûna gelek jinan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayîn de, "Jinên Ciwan dimeşe erd û esman diheje", "Dem dema Jin Jiyan azadîyê ye!" Jinan bi pankartên "Jin baxçeyê veşartî yê azadiyê ye", "Jin azadî li kolanan li çalakiyan ber bi azadiyê ve", dirûşmên "Jin Jiyan azadî", "Jin dimeşe erd û esman diheşe", "Bijî berxwedana Jin a" berz kirin û her wiha diruşma  Hikûmet îstifa berzkirin."

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em ê jiyanê ji nû ve ava bikin

Parlamentera HDP'ê Dîlan Diyet Taşdemîr di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dirûşma Jin jiyan azadî ku li hemû cîhanê deng veda, mizgîniya avakirina jiyaneke nû dide û  ev tişt anî ziman: “Silav ji jinên Kurd ên ku li dijî qirêjiyê bedewiyê diparêzin û pêşengiyê dikin û li dijî tarîtiyê jî ronahiyê dikin. Silav ji jinên ku li Rojava têdikoşin, li berxwe didin û jiyanek nû ava dikin, silav ji bo rizgariyên erdhejê yên ku hêviya jiyaneke nû li herêmên erdhejê hene. Werin em soz bidin wan ku em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ jiyanê ji nû ve ava bikin.”

Li Colemêrg û Mûşê jî jinan daxuyanî dan

TJA'yê li Colemêrgê jî daxuyaniyek da çapemeniyê. Meclisa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê, Gever û Çelê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a DBP'ê, Şaxa ÖHD'ê ya Colemêrgê jî di nav de bi sedan jin tevlî daxuyaniya li qada ku Nexweşxaneya Dewletê lê ye, bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dem dema Jin Jiyan ji Azadiyê re" hat vekirin, pankarta "Hûn nikarin tava me bitemiriînin", " Ne Rewşa baş, ya xirab e", "Bêyî jinê civak azad nabe", "Jin bi hev re xurt in." Pankartên “Bê jin şoreş nabe” û “Rêxistina berxwedanê, têkoşîna azadiyê” hatin vekirin.

Li Mûşê, TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn. Parlamentera HDP’ê Şevîn Çoşkun di daxuyaniyê de axivî û got, “Weke HDP û TJA’yê em ê girêk bi girêk jiyana nû bimeşînin. Em ê di zûtirîn demê de zîhniyeta serdest a mêr hilweşînin. Em jin wê li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.”

Welatiyan jî piştgirî dan meşa jinan a li Êlihê

Li Parka Yilmaz Guney a Êlihê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Şaredar Songul Korkmaz ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistina Bajêr a Partiya Çep a Kesk jî di nav de bi sedan jin beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta "Dema dema jin jiyan azadî", "Bêdeng namînin, em berxwedan bi xwe ne", "Xweparastin ne sûc e, maf e", "Ji qirkirina jinê re na", "Jin Bi hev re xurt in”, “Em hene, em ê hebin”, “Tekoşîna jinê” pankartên û “Bijî berxwedana jiyanê” hatin hilgirtin. Jinan wêneyên bajarên di erdhejê de mane û wêneyên jinên hatin qetilkirin hilgirtin. Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz nivîsa çapemeniyê xwend.

Bi taybetî bal hat kişandin ser polîtîkayên şer

Yildiz bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û destnîşan kir ku di şexsê Îpek Er, Firdevs Babat û Gulîstan Doku de tundiya bi yekreng a li hemberî jinên ciwan ên Kurd êrîşeke plankirî û sîstematîk e û wiha dest bi gotinê xwe kir "Her ku hişmendiya jinê şiyar bibe û xwe birêxistin bike, wê pergala zilamsalar a tecawizkar, zayendperest û faşîst têk biçe" Yildiz destnîşan kir ku ev hêza rêxistinbûyî ya jinê kabûsa pergala serdest a mêr e. 

Yildiz got, “Îro serhildana koloniya herî kevn Bi ruhê berxwedanê yê Evîn Goyî li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn veguheriye şoreşê. Ji bo jiyanek azad û cîhanek azad, têkoşîna azadiya jinê ya li ser esasê Jineolojiyê ku Nagîhan weke zanista vê şoreşê temsîl dike, wê bi jinê re hemû civakê azad bike.

Ayşe Acar Başaran: Em ne xemgîn in, em bi hêrs in

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran piştî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser vê yekê ku îro serê sibê jinek li bajêr ji aliyê zilamê ku di pêvajoya hevberdanê  de ye hatiye qetilkirin û got, “Li vî welatî her roj herî kêm jinek di encama tundiya mêr de tê kuştin. Bi dehan jin rastî tacîz û erîşa zayendî  tên. Ev ne îzolekirî ne. Ev ne îstîsmar, destavêtin, qetlîamên ji xwe ve tênkirin, Ev cînayet, ev komkujî, îstîsmar, tecawizên ku me her tim li her qadê anîne ziman siyasî ne. Em ji hikûmetê aciz in, ji îmhaya ku afirandiye, ji mirin û qetilkirina hevaleke me ya jin her roj hêrs in." 

'Dema ku bi sed hezaran di bin xirbeyan de ne, hikûmet planên şer çêdike'

 Başaran anî ziman ku bi sedan jin li girtîgehan li ber xwe didin û wiha got: “Niha bi sedan hevalên me yên jin ji ber ku li dijî vê desthilatdariya monîst, zayendperest, mîlîtarîst, talanker, kirêxwaz, şerker têkoşîna azadiyê dimeşînin di girtîgehan de ne. Ji Êlihê Silav ji Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel re û jî silav ji hevalên me yên jin ên ku dest ji şerê di navbera çar dîwaran de bernadin.”

Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku hikûmet planên şer çêdike, dema bi sed hezaran di bin xirbeyan de ne û got, “Li her derê felaketên xwezayî diqewimin, lê li Tirkiyeyê ji ber lehî, erdhej, şîdeta mêran, koronayê em jiyana xwe ji dest didin. Li vî welatî ne ji ber erdhejê, ji ber polîtîkayên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan.” wî got.

'Em ê jiyanê biparêzin'

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku ev 8'ê Adarê bû 8'ê Adarê ku hevgirtin mezin bû û serhildan bilind bû û got, "Em ê li her qadê li dijî desthilatdariya ku mirinê li ser me ferz dike pêşengiya parastina jiyanê bikin. Wê ev 8'ê Adarê be ku jin hevgirtinê mezin bikin, hesab bipirsin û serî hildin, hesab bipirsin û serhildanê bilind bikin."

 Piştî daxuyaniyê jin meşiyan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Zext me netirsîne”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Jinên ku rê de dimeşîyan  jî bi çepik û zilgîdan piştgirî dan jinan. Meş li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Parêzgehê bi dawî bû.