Jinên berxwedêr ên Efrînî: Em ê vegotina felsefeya Rêber Ocalan bidomînin

Jinên berxwedêr ên tevî hemû zext û gefên hikûmeta Şamê jî di salên 1980’î de di nava têkoşîna azadiya Kurd de cih girtin, diyar kirin ku ew ê belavkirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî polîtîkayên şer ên dewletên serwer jî bi avakirina bingeha pergala neteweya demokratîk ji bo belavkirina fikrên azad dixebitin.

Ji Kantona Efrînê Hatîce Elo, di sala 1982’an de ji ber sedemên girêdayî karê hevjînê xwe neçar ma ji Efrînê koçberî paytexta Sûriye Şamê bike. Hatîce Elo, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Ez piranî li taxa Ruknuddîn Zorava mam. Li vê taxê der barê statu û rola gelê Kurd de gelek pirsgirêk hebûn. Lê gelê Kurd ji bo fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava gelên herêmê de belav bike, gelek xebitî.”

'Ez rastî gef û tacîzê hatim’

Hatîce Elo, da zanîn ku piştî hînbûna felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevli xebatan bûye û wiha got: “Min pêşî li jinên Çerkez, Elewî û Tirkmen vekir ku fikrên Rêber Ocalan hîn bibin. Me pirtûkên Rêber Ocalan bi hev re dixwend û nîqaş dikir. Di dema xebatên ku me têkildarî jinan meşand de, ez rastî gelek gef û tacîzan hatim. Di hawirdoreke bi vî awayî de meşandina xebatan, wêrekî, îrade û hêzeke mezin dixwaze. Li Şamê gelek caran derfeta min a dîtina Rêber Ocalan çêbû. Van hevdîtinan gelek hêz dan min. Jinan di civînan de diyar kirin ku heqîqet, hebûn û azadiya xwe di fikrên demokratîk de dibînin.”

'Me bi berxwedana xwe li dijî zilmê serî rakir’

Hatîce Elo, diyar kir ku mala xwe û hinek hevalên xwe ji bo organîzekirina pîrozbahî û bernameyên weke perwerdeya jinan, Newroz û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi kar dianî û wiha got: “Me di rojên taybet de ji bo pêkanîna çalakî û meşan, li malan civînan li dar dixist û nîqaşan dimeşand. Her wiha di pêvajoyên şer de dermankirina birîndaran jî dîsa li van malan hat kirin. Me li malên xwe xwarinê amade dikir û ji şervanan re dişand. Me bi berxwedana xwe li dijî zilmê serî rakir. Piştî dagirkirina Efrînê, ez bi malbata xwe re koçberî Kantona Şehbayê bûm.”

'Em ê kar û xebatên xwe bidomînin'

Sureyya Habaş a ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji cih û warên xwe bûye jî diyar kir ku ji sala 1986'an vir ve ku li Sûriyeyê dest bi xebatan kiriye, bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan tevdigere. Sureyya Habaş, gotina Abdullah Ocalan a “Me her tişt ji tunebûnê afirand” bi bîr xist û wiha got: “Ji ber xebatên ku me dikir em gelek caran rastî zextên hikûmeta Şamê hatin. Lê tevî zext û astengiyan jî gelek bajaran weke Heleb, Reqa, Minbic, Dêrezor, Qamişlo û hinek caran jî Şamê kasetên ku qeydên deng di wan de hebûn jî dihatin belavkirin. Em bi guhdarkirina van qeydan û bi xwendina pirtûkên Rêber Apo ronî dibûn.” Sureyya Habaş, anî ziman ku li seranserê cîhanê mirovên ku ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bawer dikin û ji ber vê yekê kêfxweşî dijîn hene û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wenêyê heyî îsbat dike ku ruhê şoreşgerî tê parastin û xebatên tên meşandin vala naçin. Bi taybetî baweriya jinan a bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan, li her qadê nîşandana hebûna xwe, lîistina rola xwe û îfadekirina fikrên xwe, cihê kêfxweşiyê ye. Em ê belavkirina felsefeya Rêber Ocalan bidomînin.”